Tirmîşa: Gundekî kurdî li gundewarê Efrînê ye, dagirkeriya Tirkî 65% ji şêniyên wê koçber kirin

Tirmûşa- Efrîn
Photo Credit To Taybet

Afrinpost-Taybet
Têkildarî rewşa gundên herêma Efrîna dagirkirî ya li bakurê Sûriyê, nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeya Şiyê derbarê gundê Tirmîşa de raporek amade kir. Di raporê de rewşa gund piştî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn zelal dike.


Tirmîşa peyveke kurdî û hevgirtî ye, bi du wateyan tê. Wateya yekem ji tirî û mûj e û ya duyem jî ji koka dara merxê re tê. Gund ji kevn de bi çandiniya tirî û çêkirina mûjan naskirî ye û li ser bermahiyên darên merxê ava bû.


Firqeya 132’yê gund dagir kiriye ku navenda wê, gundê Birîmce ye, serkêşê wê ” Ebû Tirab ” e û ji
gundê Miniqê yê gundewarê bakurê Helebê ye.


Navenda sereke ya çekdaran li destpêka gund e her wiha li kêleka wê jî bi dûrahiya 2 KM li ser rêya gundê Erendê, nêzîkî mezarê Sefer dede yê olî û şûnwarî, navendeke mezin a artêşa dagirkeriya Tirkî heye. Dîsa navendeke din a leşkerên Tirk bi dûrahiya 5 KM li çiyayê li jorî navçeya Şiyê ku bi navê Sirta Bîraqe ye û berê kampeke perwerdehiyê ya Yekîneyên Parastina Gel YPG bû, heye.
Gund ji 300 mal pêk tê û hejmara şêniyên wê yên resen û pev niştedagîran digihêje 3000 kes.


Piştî dagirkeriya Tirkî derdora 75 malbatan vegerîn gund ku 15 malên li gund ji ber topbarana balafirên Tirkî her wiha ji ber teqîn û lêgerînên çekdaran a şûnwaran di malan de, bi giştî wêran bûne.


Malên ku hatine wêrankirin ên van kesan in: Emîn Ehmed Hemdiko, Hesen Tato, Hisên Bekir Reşîd, Mihemed Bekir Hisên, Kerîm Moso, Ednan Ezîz Hesen, Idrîs Zekî Qere Hiso, Xelîl Ikaş, Ednan Welîko, Mihemed Osman Hesen, Emîn Tosî, Umer Ikaş, Elî Hesen Kolîn, Nûrî Hisên.


Li gund herêmeke şûnwarî û kevnar heye ku dîroka gund vedigerîne bi hezar salan berî zayînê û ew herêm bi navê Rizî Xeraba ye ku tê de tabloyên muzayîk a balindeya Tawûs û ji xeynî wê, hatin dîtin û ji aliyê çekdaran ve hatin dizîn.


Derbarê niştedagiriyê û koçberkirina bi darê zorê hêjî bêtirî sêyekê ji şêniyên gund koçberkirî ne û niha piraniya wan jî li herêmên Şehbayê bi cî bûne.


Heyanî destpêka vê heyvê(meha Çileyê), ti malbatên çeteyan li gund niştecih nebûbûn ku piştî Çileyê nêzîkî 25 malbat ji şêniyên Idlibê lê hatin niştecîkirin.


Her wiha derbarê erd û milkên koçberan de, nasên koçberan ên li gund mane, xizmeta milkên wan dikin û xwedî lê derdikevin. Li gund ew qas milkên xwedî nirxên bilind nîne ji ber ku gund li herêmeke çiyayî dikeve û weke gundên xizan tê naskirin.


Girêdayî binpêkirinên niştedagîr û çekdaran û destavêtina wan a ji jîngehê re, çekdar û niştedagîr daran dibirin û ji xwe re dikin êzing da ku hem bifiroşin hem jî ji bo germkirinê bi kar bînin.


Ji nava wan daran, darên merxê yên ku temenê wan sed salî derbas dikin, in. Ew darên merxê yên ku li goristana kevn a kolana jêrîn a gund û bi navê merxa Nûrî naskirî ne, beriya çend rojan ji aliyê niştedagîran ve hatin birîn. Li aliyê din mizgeft û dibistana gund hê rastî zirarên çekdaran nehatine.


Ji dema dagirkeriya Tirkî ve bi tawanên karkirina li gel rêveberiya xweser, nêzîkî 40 kesî ji şêniyên gund, di nava wan de hejmarek ji jinan ku temenê wan jortirî 60 saliyê ne di demên cuda de, hatin revandin.


Piraniya kesên revandî ji bilî nêzîkî 5 kesan ku hêjî çarenûsa wan nediyar e, hatin serbestberdan. Hinek ji wan 5 kesan nêzîkî 2 salan in ku çarenûsa wan ne diyar in.

Post source : Taybet

Related posts