Çekdarekî ji Xûtayê mala welatiyekî kurd li taxa Eşrefiyê ya Efrînê desteser kir

عفرين - الجبهة الشامية - الأشرفية
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Misilmîn di koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen de berdewam in. Milîs Efrîniyên mayî bi darê zorê didin koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan ên ji gundewarên Şam, Hums, Hema û Dêra Zorê lê zêde malbatên çeteyan ên ku ji ber şer direvin, li Efrîna dagirkirî bi armanca guhertina demografîk bi cî dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda Efrînê ragihand ku çekdarekî ji yên bi navê “şurte meheliyê ” û ji bajarê Xûtayê yê gundewarê Şamê ye, mala welatiyekî kurd desteser kir.


Navê Welatî Mihemed e, ji şêniyên gundê Gobekê ye lê li Efrînê li taxa Eşrefiyê niştecih e.


Nûçegihan anî ziman ku dema welatiyê kurd daxwaza mala xwe kir, çekdar êrîşî wî kir û bi hinceta ku 160 hezar lîreyên Sûrî li çaksazkirina malê daye, radestî welatî nekir û kete navbera du bijarteyan; an dê 160 hezarî bide an jî wê mala wî di destê çekdar de bimîne.


Ev bûyer, berdewamiya karên zorê û desteserkirinê yên ji dema dagirkeriya Tirkî ve ye.


Piştî ku milîsan malên koçberên Efrînê desteser kirin û bi hinceta ku ew der ji milîsan re bûne navendên leşkerî yan jî malbatên çeteyan lê bi cî bûne, nehiştin ku şêniyên Efrînê li mal û milkên xwe vegerin.


Di 1’ê meha Cotmeha 2019’an de, milîsên Firqeya Sûltan Mûrad hevjîna rihmetî Mihemed Dodex ji mala wê ya li bajaroka Şera bi darê zorê derxist. Her wiha nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku milîsan bi zanabûn jinepîreke bi temenê 70’î saliyê ku bi tenê li mala xwe dijî, qewitand û li şûna wê malbateke çekdaran bi cî kirin.


Milîsên Îslamî bi kêfa xwe bêyî ku ti kes li pêşiya wan bisekine, binpêkirinan derheqê sivîlkan de dikin. Welatiyên kurd tevî zor û zehmetiyên ku dikişînin li ber xwe didin û bi hêviya ku çareseriyek ji bajarê Efrînê were dîtin.

Li gorî çavdêran rizgarkirina bajarê Efrînê encax bi biryareke navdewletî pêk were ku dagirkeriya Tirkî hêzên xwe ji bajarê Efrînê vekişîne û dest ji piştevaniya terorîstê li Sûriyê, Lîbiya û welatên din berde.

Post source : Taybet

Related posts