Di encama şerê îslamîstan de, hemû çete, îslamîst û malbatên wan têne Efrînê/Rojava

AFRINPOST

Şerê di navbera çeteyên îslamî (Heyet Tehrîr El-şam/ Elnusra) û Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bû egera(sebeba) pirbûna Niştedagîran (mistewtên) li Efrînê/Rojava, ev jî metirsiyeke mezin bi xwe re tîne, ku Guhertina Dêmografîk her diçe bêhtir dibe.

Di encama pevçûna di navbera herdu grûpên navborî de li gundewarê „Idlib“ û „Heleb“ê, pêleke „Niştedagîran“ ku li gorî torên Mediyayî di nava heftekê de bi sedan malbatên Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê hatin Efrînê/Rojava.

Herwisa piraniya wan „Niştedagîran“ endamê Milîsên îslamî ( Nûr El-dîn Zinkî) yên dagîrkeriya Tirkiyê û malbatên wan yên ku „Etarêb“ biçî hêlane û hatine Efrînê/Rojava.
Jimara wan li gorî çavkaniyan 400 çete û 1000 „Niştedagîr“ in.

Related posts