Guherandina demografiya Efrînê – Tirkmenên Humsê bi rêjeya ji 75% li bajaroka Mîdanekbezê tên niştecihkirin

Guherandina demografiya Efrînê – Tirkmenên Humsê bi rêjeya ji 75% li bajaroka Mîdanekbezê tên niştecihkirin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Dewleta tirk û çekdarên milîsên îslamî yên girêdayê rêxistina ixwan misilmîn ku ew jî milîsên”Feyleq El-Şam” in, di 28‘ê Sibata 2018’an de bajaroka Mîdanekbezê ya girêdayî navçeya Raco dagir kir û ji wê demê û pê de hemû rê û rêbazên binpêkirinan derheqê şêniyên kurd ên li bajarokê mane de kirin.


Li bajarokê 3 navendên leşkerî yên milîsan hene lê zêde zîndaneke navendî jî heye ku di rojên destpêka dagirkirinê de hate vekirin. Li gorî şahidên ku derbasî wê zîndanê bûn, ew zîndan weke navendeke lêpirsîna xort û keçên kurd ên girtî her wiha bikaranîna hemû cureyên îşkenceyê derheqê wan de tê bikaranîn.


Selîl El-Xalidî ku di eslê xwe de turkmen û ji Humsê ye, sermilîsê “polîsên ewlehiyê” yên girêdayî”Feyleq El-Şam”e. Ew milîsên ku bi navê polîsên ewlehiyê tên naskirin, bi her tiştekî girêdayî bajarokê kontrol dikin.


Selîl El-Xalidî destpêkê 6 hêştir xwedî dikirin lê belê piştî başbûna rewşa wî ya madî ji pişt karên dizî û talaniyê, karê xwedîkirina hêştiran berda û piştî ku derdora 50 hektar ji erdên çandiniyê yên bi ber li derdora bajarokê desteser kir, dest bi karên rêvebirina çandiniyê kir.


Li ser asta talaniyê, milîsan piştî dagirkirinê, xeta tirênê ya ku di bajarokê re derbas dibe, bi dûrahiya 500 M ku li herêma di navbera Mîdanekbez û gundê Xirabî Silûk de dikeve, rakir.


Hejmara giştî ya malên Mîdanekbezê nêzîkî 500 malî ye. Ev bajarok bi niştecihên xwe yên kurd tijî û şên bû. Lê belê dagirkeriya tirk şêniyên wê bi darê zorî koçber kirin ku piraniya şêniyên wê koçberî herêma Şehba, Heleb û yên dîtir bûn.


Piştî dagirkirina Efrînê tenê 125 malbat ji şêniyên kurd ên resen vegeriyan mal û zeviyên xwe. Niha niştecihên ji Humsê ku piraniya wan turkmen in, li malên koçberên kurd ku hejmara wan 375 hatine bicîkirin.


Her wiha zevî û erdên çandiniyê yên koçberên Efrînê bi giştî di bin destên sermilîsên”Feyleq El-Şam” û çekdarên wan de ne.


Û weke gundên herêma Efrînê û bajarokên wê, çiya û daristanên bajarokê û bi taybet darên guvîj û palîtê(berû) têne birîn û ji xwe re dikin êzing ku wan dibin geliyê ” Yalî Şele”. Li wir sermilîsê “Feyleq El-Şam” kargehek ji bo berhemdana komira şînatî ji êzingên daran vekiriye.


Her wiha çekdaran navendeke komkirina êzingan li gundê Meydana ava kirine ku êzing ji wir bo Idlibê ji firotinê re tên şandin.


Milîsan avahiya stasyona tirênê ya navdar jî ji xwe re veguherandin cebilxane û dibistana wê jî kirine cihê perwerdehiyên Olî wek dema osmaniyan.


Li wir li ber destê mamosteyên ji niştecihkiriyan, zarokên xwe û yên kurd fêrî perwerdeyên olî yên tundrew dikin.

Post source : taybet

Related posts