Afrinpost-Taybet
Xortekî kurd li ser rêbendeke milîsên îslamî li bajarê Cerablusê, dema ku berê xwe ji Efrînê dida Helebê hate girtin.
Ew ji bêtirî 3 mehan ve ye ku di zîndana milîsên” Polîsên Leşkerî” ya girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn de ye.
Xortê bi navê Luqman Silêman Hesen ji bûyînên 1983’an, gundê Miskê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ye, pev hevjîna xwe û du zarokên xwe hewl dida ji bajarê Efrînê biçe Heleb lê belê çûna wî bi serî nebû ji ber ku li ser rêbenda dawî ya milîsên dagirkeriyê li bajarê Cerablûsê di 7’ê Cotmeha borî de pev malbata xwe hate girtin.
Piştî çend rojan ji girtinê, hevjîna wî pev her du zarokên wî serbest hatin berdan da ku biçin bajarê Helebê. Li gorî çavkaniyên Afrinpostê Luqman nehat berdan û milîsan ew veguhestin zîndana gundê Maratê yê li nêzî Efrînê ku milîsên” Polîsên Leşkerî” bi rêve dibin.
Afrinpost ji çavkaniyên xwe ve hate agahdarkirin ku xortê kurd ji ber ku destûra derketinê ji sermilîsê”Ehrar El-Şerqiyê” Ebû Fewaz El-Dêrî ku ew li gundê wî ango gundê Miskê berpirsê ewlehiyê ye, negirt hate zîndankirin.