Afrinpost-Taybet
Milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn hemleyên revandin û girtinê derheqê şêniyên kurd ên li Efrînê mane de, bi armanca koçberkirina wan û guhertina demografîk li herêmê pêk bînin, dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li gorî nûçegihanê Afrinpostê yê li bajêr, roja sêşemê yên bi navê ” ewlehiya siyasî û istixbarata tirkiyê” xortekî kurd bi navê Ferhad Şêx Sîdî girtin û birin cihekî nediyar û wiha dewam kir; hêzên dagirkeriyê firoşgeha bazirganî ku xwediyê wê Ferhad e, dorpêç kirin û ew girtin bêyî ku nas bike çi kiriye.
Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin û ta niha milîsên dagirkeriya tirk hemleyên girtin û revandinê bi zanabûn derheqê kurdan de dimeşînin, ew hemû jî bi bihane û tuhmetên peydakirî wek tevlîbûna wan a nava YPG’ê û karkirina li gel rêveberiya xweser tên kirin