Bi rêjeya ji 80% … xwediyên 5 milîsên îslamî li 430 malên bajaroka Meydankê niştecih dibin

Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
5 milîsên îslamî yên dagirkeriya tirk û ixwan misilmîn, bajaroka Meydankê ya girêdayî navçeya Şera, ji ber cihê wê yê geştewarî ku li ser gola bendava Meydankê ye, parve dikin.


Milîsên Feyleq El-Şam, Firqeya Sultan Mûrad, Ceyş El-Nuxbe, Firqeya El-Mutesim û Firqeya Rîcal El-Herb li vê bajaroka kurdî ya xwedî cihekî stratejî ye ku jêdera sereke ya avê li herêmê ye, bi cî dibin.


Milîsên El-Mutesim ku sermilîsê wan ” Seyf Ebû Bekir” e li avahiya şaredariyê bi cî bûne. Milîsên “Ceyş El-Nuxbe” jî ku sermilîsê wan “Ebû Yaqûb” e li Mexfer El-Hîracî bi cî bûne her wiha milîsên din jî li malan bi cî bûne. Bi giştî 8 navendên milîsan û 2 xalên ewlehiyê li bajaroka Meydankê hene.


Bajaroka Meydankê girêdayî navçeya Şera ye û ji bêtirî 550 malan e. Beriya dagirkeriya Tirk 5 hezar şênî lê dijîn. Piştî dagirkeriyê 120 malbat vegeriyan ku piraniya wan ên temen mezin in. Şêniyên din ên Meydankê koçî Şehba, Heleb û Rojhilatê Furatê bûne.


Niştecihên ku ji Xûtaya Rojhilat, Hums û Hema, malên koçberên kurd bi hejmara 430 malî dagir kirine. Lê zêde hemû rê û rêbazên astengkirin û binpêkirinan derheqê şêniyên bajarokê yên resen de wek diziya berhemên çandiniyê, dukanên bazirganî û amûrên malê û çandiniyê, bi kar tînin.


Rêjeya dizî û talana berhema zeytûnan a werza heyî gihîşte ji 70% hem ên koçberên kurd û hem jî yên li malên xwe mane.


Her wiha milîsan darên berhemdar û çiyayî û bi taybet darên zeytûnê û yên li derdora gola Meydankê birîn û weke êzing bi kar anîn.


Rêjeya zirara ku ji birîna darên berhemdar û çiyayî çêbûye, gihîşte ji 20%.


Tevî ku ew milîs xwe îslamîk didin nîşandan, 3 caran tiştên di hundirê mizgefta bajarokê de dizîn. Piştî dizî û talaniya mizgeftê, yên niştecihkirî ji nû ve û bêyî şêniyên resen dest bi vekirin û rêvebirina mizgeftê kirin.


Bajaroka Meydankê weke gundên din ên herêma Efrînê, bi rengekî dorveger rastî binpêkirinên milîsên dagirkeriya Tirk tê. Li ser asta revandina sivîlan, milîsan di 26’ê Cotmehê de welatiyê bi navê Fexrî Xelîl Ereb revand û hêjî çarenûsa wî ne diyar e.


Her wiha ji bo diziya berhemên zeytûnan, milîsên Firqeya Sultan Mûrad gelek rê û rêbaz bi kar anîn. Yek ji wan rêbazan ku gef li xwediyên erdên darên zeytûnan xwarin ku ew gef jî wiha bû: Eger di nava 2 rojan de berhema zeytûnan neyê çinîn, milîs di desteserkirina berhema zeytûnan de serbest in.


Milîsan gunehên kuştinê jî kirin ku di 4’ê Cotmeha derbasbûyî de, sivîlekî kurd dema rê neda ku milîs dukanan bidizin û talan bikin hat kuştin.


Grûpekî çekdar ji Milîsên Firqeya Sultan Mûrad sivîlê bi navê Ednan Reşîd Emîr di saet 4’an de bi qurşînekê di serî de kuştin.


Şêniyê bi navê Ednan nehişt ku çekdar dukanên bazirganiyê yên malabata Îsa Melksûr ên li kêleka mala wî bidizin. Ji ber vê yekê çekdaran ew kuşt.


Hêjî binpêkirinên milîsên dagirkeriya Tirk ji gundên herêma Efrînê re û bi bêdengiyeke navdewletî ku nîşan dide ew binpêkirina bê hesab û lêpirsîn derbas dibin, berdewam e. Hêzên Rizgariya Efrînê jî vê yekê red dikin û dibêjin ku ew binpêkirinên wan wê bê hesab derbas nebin.

Post source : Taybet

Related posts