Rêbenda milîsên“ Ehrar El-Şerqiyê” êzingên germkirinê bi tonan ji şêniyên Efrînê yên resen talan dikin

Rêbenda milîsên“ Ehrar El-Şerqiyê” êzingên germkirinê bi tonan ji şêniyên Efrînê yên resen talan dikin
Photo Credit To Rok online

Afrinpost-Taybet
Rêbenda milîsên “ Ehrar El-Şerqiyê” ya li ser xaçerêya gundê Emara yê girêdayî navçeya Mabeta, di kontrol û astengkirina tevgera kel û pelan ji navçeyê bo bajarê Efrînê de berdewam in.


Nûçegihanê Afrinpostê yê li navçeyê anî ziman ku milîsên“ Ehrar El-Şerqiyê” beriya du rojan ji ber ku welatiyên navçeyê destûra ofîsa aborî ya milîsan a li bajaroka Raco negirtin, bi tonan ji êzingên germkirinê yên welatiyan talan kirin.


Milîsên“ Ehrar El-Şerqiyê” piraniya wan ji herêmên rojhilat ên Sûriyê ne û di aliyê îdyolojî de bi Daiş’ê ve girêdayî ne. Ta niha hemû rê û rêbazên tepeserkirin û tirsandinê derheqê welatiyên kurd de bi kar tînin.


Ev hemû binpêkirin di çarçoveya serweriya qanûna daristanê de ku dagirkeriya tirk bi zanabûn bi şêweyê qanûnan tevnagere da ku bi vê yekê hejmareke mezin ji şêniyên resen koçber bike.


Têkildarî zordariyê, nûçegihanê Afrinpostê di 1’ê Mijdarê de ragihand ku milîsên“ Ehrar El-Şerqiyê” bi çov li cotkarê kurd Mihemed Xelîl dan û ji nava zeviyê wî yê zeytûnan qewitand ku piştre berhema zeytûnan li pêşiya çavên wî çinîn.


Nûçegihan anî ziman ku Mihemed “Ebû Nûrî” yê 70’î salî ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ye. 1500 darên wî yên zeytûnê li nêzî taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê hene ku berhemên darên wî ji aliyê milîsan ve hatin talankirin.

Post source : Taybet

Related posts