Piştî ku li Rojhilatê Furatê hatin kuştin … Di nava hefteyekê de 24 kuştiyên milîsên” Firqeya El-Hemze” li Şêrawa hatin veşartin

Piştî ku li Rojhilatê Furatê hatin kuştin … Di nava hefteyekê de 24 kuştiyên milîsên" Firqeya El-Hemze" li Şêrawa hatin veşartin
Photo Credit To Nêt

Afrinpost – Taybet
Kerwanên birîndar û kuştiyên milîsên îslamî yên girêdayî dagirkeriya tirk û rêxistina ixwan misilmîn, piştî derbeyên ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li gundewarên Serê Kaniyê û Girê Spî xwarin, li pey hev tên herêma Efrîna dagirkirî.


Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê yê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên ” Firqeya El-Hemze” di nav de 2 sermilîs ên ku di cengên Rojhilatê Furatê de hatin kuştin li goristana gundê Basûtê ya li navçeya Şêrawa hatin veşartin.


Her wiha nûçegihanê li navçeya Bilbilê li ser zimanê niştecihên navçeyê ragihand ku 2 kuştiyên milîsên” Firqeya Sûltan Mûrad” û sermilîsekî mezin di lingên xwe de birîndar bû, gihîştin navenda navçeyê.


Lê kêleka kuştiyên çekdaran ên li rojhilatê furatê, hêzên rizgariya Efrînê bi rêya operasyonên li dijî navendên dagirkeriya tirk û çekdarên wê ve zirarên madî û mirovî li gundewarê Efrînê digihîne wan.

Post source : Taybet

Related posts