AFRINPOST
Hêzên rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan 2 operasiyonên taybet dijî hêzên dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî pêk anîne û di encamê de 5 çeteyên dagîrkeriyê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de wisa hatiye ku hêzên rizgariya Efrînê di 9ê çile de zirxepoşeke dagîrkeriya Tirkiyê li gundê „Gobela“ yê girêdayî navçeya „Şera“ teqandine û di encamê de leşkerkî dagîrkeriyê hat kuştin û 2 yên din jî birîndar bûn.
Operasiyona diwem li gorî daxuyaniyê li derdora bajaroka „Kilcibrîn“ a grêdayî herêma „Ezazê“, herwiha ku di encama teqandina tirimbêleke leşkerî yên milîsên îslamî (Artêşa Niştimanî) yên dagîrkeriya Tirkiyê de 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî giran birîn bû.
Nasnameya kuştiyên çeteyan wisa ye: Hisên Elo, Yasêr Emîq, Merwan Ebdirehman, Mihemed El-Eşqer.
Hêjayî gotinê ye ku ragihandina çeteyan jî van nûçeyan piştrast dike û dibêje ku „HSD“ çeteyên wan kuştine.