Dagîrkeriya Tirkiyê Efrîniyan bi darê zorê direvîne

AFRINPOST

Roja sêşemê milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) yên dagîrkeriya tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava hejmarek hemwelatiyên kurd revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ku li navçeya cindirêsê milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) yên dagîrkeriya tirkiyê 4 hemwelatiyên kurd revandine, herwiha her çar hemwelatî jî ji malbatekê ne.

Hemwelatiyên ku hatine revandin ji gundê „Tislorê“ ne, lê li „Cindirêsê“ dijîn, navê wan jî wisa ne: Mihemed Ezîz Hebeş 60 salî (mamosteyê malnişînbûyî ye /teqaid). Mihemed Reşo û 2 kurên wî Pêşeng û Şêrko.

Hêjayî gotinê ye ku piştî çeteyên îslamî „Heyet Tehrîr EL-şam/Cebhet Elnusra“ baregehên milîsên îslamî (Nûr El-Dîn El-Zinkî) yên dagîrkeriya Tirkiyê li „Darazê“ û gundewarên rojavayê „Heleb“ê di encama şerekê de dagîr kiribûn, gelek Efrîniyên ku milîsên îslamî (Nûr El-Dîn El-Zinkî) dîl kirtibûn azad berdan.

Herwisa li gundê „Kefirsefrê“ yê girêdayî navçeya „Cindirêsê“ milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) yên dagîrkeriya Tirkiyê hemweltiyê bi navê „Xelîl Mûrad“ û „Nebî Mûrad“ ji mala wî bi darê zorê revandine.

Related posts