Du Efrînî bi destê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê hatin revandin

AFRINPOST

Nûçegihanê AFRINPOST ji Efrînê/Rojava ragihand ku milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) yên dagîrkeriya tirkiyê pêş hefteyekê hemwelatiyê bi navê „Reşîd Hemo“ yê ji xelkê gundê „Komreş“ê ye ji cihê karê wî li dezgeha Avê, revandine û berî wî dane cihekî nediyar.

Herwisa peyamnêrê me dupat kir ku heman milîsên îslamî di heman rojê de hemwelatî „Mihidîn Hemo“ ku birayê navborî „Reşîd Hemo“ ye bi ser mala wî ya li navçeya „Reco“ de girtin û revandin.

Related posts