AFRINPOST
Di derengê şeva derbasbûyî de Çeteyên milîsên îslamî (El-cebhe El-şamiyê) yên dagîrkeriya tirkiyê bi ser mala hemwelatî „Ehmed Cano“ ya nêzî nanpêjxaneya „Hemade“ li taxa „Eşrefiyê“ ya Efrînê/Rojava de girtin.
Di encama vê destdirêjîkirinê de hemû endamên malbatê xistin odeyekê û dane ber kotek û lêdanan, herwisa piştî kotek û lêdanan zêrên malê û dirav (pere) dizîn û reviyan.
Hêjayî gotinê ye ku kiryarên dizîn, destdirêjîkirin, geflêxwarina çekî, şelandin û revandina xelkê ji aliyê çeteyê îslamî ve her diçe bêhtir dibe, ev jî di demekê de ye ku ne yasa û ne jî ewlehî li Efrîna dagîrkirî maye.