dagîrkeriya Tirkiyê bingehên leşkerî li Efrînê vala dike.

AFRINPOST

Artêşa dagîrkeriya tirkiyê, li vê dawiyê, hin bingehên xwe yên leşkerî li herêma Efrînê valakirin û bi cî hêştin.

Jêderên xwecihî ji Afrinpost re tekezkirin ku serbazên tirk, sê bihgehên leşkerî li herdu navçeyên Reco û Bilibilê valakirin û li şûn xwe hêştin, ango ew bingeh li ser çiyayên Cirqa û Hawarê, li derdora gundên Cirqa, Şêx û Çiyê dikevin û bi dirêjiya mehên bihûrî serbazên Tirk nedihêştin ku xelkên gundan vegerin ser malên xwe.

Herweha wan jêderan gotin ku ji bo avakrina wan bigehan, dagîrkeriya Tirkiyê bi sedan darên zeytûnê yên gundiyan hilkirine û li şûnê bingeh û tûnêl avakirine.

Tê zanîn ku dagîrkeriya Tirkiyê û herweha milîsên îslamî yên girêdayî wê, hejmarek ji gund, dibistan û xaniyên welatiyan ji xwe re, li deverê kirine baregeh û navendên leşkerî.

Related posts