AFRINPOST
Roja Yekşemê çavkaniyên Herêmî dupat kirin ku li herêma Efrînê/ Rojava komîtên lihevkirinê li nav Niştedagîrên ereb yên xûteya rojhilat, himis û dêre el-zorê yên li navçeya „Şera“ de, bi piştgiriya rêjîma sûriyê gelekî geş bûne û hewil didin ku bi riya ewan komîtan vegerin bajarên xwe.
Hêjayî bîrxistinê ye, ku Rûsiya pêş bêhtirî 8 mehan ezmanê Efrînê ji Firokecengên dagîrkeriya tirkiyê re vekirbû û li hemberê wê yekê jî dagîrkeriya tirkiyê hemû milîsên xwe yên îslamî û malbatên wan ve ji hemû bajar û bajarokên sûriyê veguhestin Efrînê/Rojava.
Herwsiwa derencama vê lihevkirinê bi wî hawî bû ku Efrîn bi rengekî hovane ji aliyê dagîrkeriya tirkiyê û îslamciyên wê ve hate dagîr kirin û wêran kirin.
Çavkaniyên navborî diyar kirin ku komîtên lihevkirinê bi serpereştiya milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê weke „siltan mûrad“ û „lîwa silêman şah“ ên ku navçeya „Şeran“ û gundewarên wê dagîr kirine, tê birêve birin.
Di heman demê de milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ji navenda Efrînê û navçeyên wê vedikşên û berê xwe didin „Minbicê“ bi armanca destpêkirina şerekî nû dijî „HSD“ê û dagîrkrina herêma „Minbicê“.
Li gorî çavdêran rêjeya milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li kolanên Efrînê 75% kêm bûye.
Herwisa çavdêran anîn ziman ku rêjeyeke mezin ji çekdarên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li pêş navendekê ku berê yê „Asayîşan“ bû li taxa „Mehmûdiyê“ kom bûn û pişt re berê xwe dane „Minbicê“.
Çavkaniyan gotin ku bi kêmbûna rêjeya milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li Efrînê rêjeya Dukanên ku ji Efrîniyan bi darê zorê standibûn jî kêm dibin.
Zanyariyên bidestxistî xuya dikin, ku pêleke nepejrandinê (nerazîbûnê) di nav milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê de heye, ji ber ku dagîrkeriya tirkiyê zorê li wan dike da berê wan bide şerkî nû li „Minbicê“ û „Rojhilatê Feratê“ dijî hêzên „HSD“ ê.