AFRINPOST
Milîsên îslamî yên girêdayî dagîrkeriya Tirkiyê, berî bi du rojan, bi darê zorê derbasî mala hemwelatiyê kurd “Welîd Îdo” bûn û komeke dirav (pere) li gel du telefûnan desteser kirin.
li gorî nûçegihanê AFRINPOST, girûpeke çekdar a girêdayî dagîrkeriya Tirkiyê deriyê mala kalemêrê heftê salî, Welîd Îdo ku xelkên gundê “Keferdelê” yê navçeya Cindirêsê ye, şikandin û di bin gefa kuştinê de, 30 hezar L.S li gel du mobaylan dizîn.
Welîd Îdo û hevjîna xwe bi tenê li nêzîkî devera pîşezaiyê ya taxa Eşrefiyê, rûdinin.
tê zanên ku taxa Eşrefiyê, li ser destên milîsên îslamî “Cebhe El-Şamiyê” û “Ehrar El-Şerqiyê”, bûye navendeke karên dizî û şelandinê û bi awayekî rojane dizîn û desteserkirina mal û milkên xelkê dikin.