Rêxistineke mafnasiyê: milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê bi berpirsiyariya „ebû zafêr“ û „ebû mihemed“ 1500 tenekeyên Rûnê Zêtûnan dizîn.

AFRINPOST
Rêxistenek mafnasiyê li Efrînê roja şemiyê ragihand ku derdora 20 çekdarên rûveşartî yên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê bi ser Guvaşxaneke Zêtûnan de li deşta „Kitixê“ yê li xaçeriya(mefreq) gundê „Ereba“ (di navbera çeteyê ehrar el-şerqiyê û çeteyên siltan silêman şah/emşat) girtin û diziyeke mezin kirin. Xwedanê ew î Guvaşxenayê bi xwe malbata „şêx Hisên“ ê ji Gundê „Gewrika“ ye û hevkarê wan „Mihemed Elî Sine“ yê ji gundê „Qenterê“ ye, lê niha ew Guvaşxane ji aliyê malbateke ji herêma „Babê“ ve weke kirêcî tê birêve birin.
Heman rêxistinê bal kişand ser wê yekê ku ewan çeteyan 1500 Tenekeyên Rûna zêtûnan, 2 Miliyon lêreyên sûrî, mobaila karkeran û laptopa Guvaşxaneyê dizîne her wiha hemû karker jî girêdane.
Rêxistinê diyar kir ku ji çekadarên îslamî tenê 3 kes hatine naskirin, ew jî bi navê „ebû zafêr“ û „mihemed himsî“ û kesekî din jî bi navê „kemal“ in, hemû jî di tirêmbêleke Van ê hişîn de bûne. Herwisa gundiyan dîtibûn ku çeteyên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê tenkeyên rûna zêtûnan yên ku dizîbûn beşek jê berve navçeya „Şiyê“ şandin û hinek jî berve navçeya „Raco“ ve birin.
Li gorî rêxistinê ku mabailên hatinî dizîn li navçeyê hatine firotin, herwisa teneke jî bi buhayeke erzan bi 6 hezar lêreyan firotine kesekî ku rola wî di meclîsên dagîrkeran de heye û herwiha para wî di hevkargerhêke (şîrket) bazirganiyê de jî heye.
Rêxistina navborî anî ziman ku ew dizanin ew kesê bizirgan kî ye lê belê ji ber tune bûna belgeyan nikarin navê wî diyar bikin.

Related posts