Dezgeheke mafnasiyê kiryarên dizîna rûna(zêt) zêtûnan û standina sermiyanên (malûmilk) kurdan bo niştedagîran, belge dike.

AFRINPOST
Rêxistina ku xwe bi navê „dezgeha mafê mirovan li Efrînê“ dide naskirin got ku dagîrkeiya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî kiryarên pişêlkirin(tecawiz) û destdirêjîkirinên mirovî li dijî kurdên Efrînê berdewam dike.
Her wisa heman rêxistinê anî ziman ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê li gundê „Birîmce“ ji her malbatekê ku li gund dimînin tenekeke rûnê (zêtê) zêtûnan bi darê zorê distîne û ji her malbatekê ku xizmên wan darên wan çinîbin û ew bi xwe jî ne li gund bin 2 tenekan distînin. Li hemberî vê yekê milîsên îslamî (semerqend) yên dagîrkeriya tirkiyê li gundê „Rûta“ hemû darên gundiyan çinîne, wata bi hezaran darên zêtûnê yên gundiyan hatine dizîn.
Li gundê „Mêrkan/hisê“ berpirsê milîsên îslamî (elcebha elşamiyê) yên dagîrkeriya tirkiyê ku bi navê „ebû eslan“ tê naskirin hemû kelûpelên malên gundiyên ku newêrin vegerên gund, dizîne û ji xwe re xistine ambarxanekê (depo) de û pişt re ewan tiştan weke alîkarî didine erebên niştedagîr ên gund, her wiha çi alîkarî ji rêxistinên xêrxwazî jî werin şandin heman milîsên îslamî tenê li ser niştedagîran belav dikin.
Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di dîroka 16.12.2018 diyar kir ku milîsên îslamî (elhemze) yên dagîrkeriya tirkiyê yê ku piraniya çekdarên wê tirkmen in, li ser riya Reco-Dargirê rêbendek danîne û ji hemwelatî „Mistefa Semîr“ ê ji gundê „Dargirê“ piştî pevçûnekê di navbera wan de, 6 hezar Dolar jê standine û heman hemwelatî li deşta „Kitixê“ bi darê zêtûnê ve girêdane.
Di şopandina kiriyarên dizîn, lêdan, girtina ser malan, geflêxwerina çekî û îşkencekirinê, rêxistina navborî da zanîn ku çekdarê îslamî „ebû emar el-himsî“ li navçeya „Mabeta“ 120 darên zêtinê yê hemwelatî „Henan igêl“ ê ji gundê „Dargirê“ bi geflêxwerina çekî piştî pevçûnekê çinîn û di encamê pevçûnê de xwediyê Zêtûnan „Henan Igêl“ birîndar bû.
Zicîra zilmê ji aliyê dagîrkeriya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî li Efrîna dagîrkirî bê dawî ye. Milîsên îslamî (el-siltan mihemed fatih) yên dagîrkeriya tirkiyê li gundê „Xaziyana“ nahêlin gundî zêtûnên xwe biçinin tevî ku hîn 75% ji berhemên zêtûnan nehatine çinîn, ligel vê yekê çekdarekî milîsên îslamî (el-siltan mihemed fatih) yên dagîrkeriya tirkiyê yê bi navê „hisên nimir“ li gundê „Ereba“ 50 teneke rûnê(zêtê) gundiyan bi darê zorê dizî.
Hêjayî gotinê ye ku heman milîsan li gundê “Ereba” 60 darên zêtûnan yê malbata Bîlal bi riya kesekî bi navê „farûq betal cimkê“ birîn. Rixistan mafê mirovan li Efrînê da xuyakirin ku çekdar „hemîdo“ yê ku endamê milîsên îslamî (el-siltan mihemed fatih)yên dagîrkeriya tirkiyê bû û niha jî weke çekdarekî ligel milîsên îslamî (el-siltan mûrad) yên dagîrkeriya tirkiyê kar dike, 150 tenke rûnê zêtûnan ji gundiyan bi geflêxwerina çekî standiye û di embarxaneyekê de li nêzî gundê „Ereba“ kom kiriye.
Heman rêxistina mafnasiyê got hinek kesên ku berê endamên PYD û rêvebriya xweser bûn niha jî weke xinizan (casûs) ji milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê dijî gundiyan kar dikin. Nimûne li gundê „Reca“ kesek ku berê endamê PYD bû niha nûçeyên derew li ser gundiyan dide milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê yên ku li wî gundî dimînin.
Mînak li gundê „ Dargirê“ milîsên îslamî (elhemze) yên dagîrkeriya tirkiyê bi alîkariya hin endamên berê yê PYD 600 tenekeyên rûnê zêtûnan ji gundiya bi darê zorê standin.

Related posts