Hêzên Rûsî xaleke hemahengiyê li gundewarê Minbicê vekirin.

AFRINPOST

Hêzên rûsî, îro, navenda xwe ya hemahengiyê vegerandin gundewarê bajarê Minbicê û di heman demê de hêzên rêjîma Sûrî, xalên xwe yên leşkerî, bi hêzên bêtir xurt kir.
Encûmena leşkerî ya Minbicê, di daxuyaniyekê de, tekez kir ku hêzên Rûsî, navenda hemahengiya Rûsî-Sûrî, careke din vegerandin navçeya Erîmê ya li rojavayê Minbicê, ango di demeke berê, ew navend hatibû rakirin.
Herweha, Encûmena Minbicê ya leşkerî got ku rêjîma Sûrî, hêzên zêdetir şand xalên xwe yên berê li wê deverê hebûn û ew xal xurtir kirin.
Ev yeka de demekê de tê ku di heftiya bihurî de, artêşa Tirkiyê û milîsên îslamî (opozîsiyona sûrî), ketine nava amadebaşiyê û gelek hêz û çekdar derbasî ser sînorê Minbicê kirine û haziriya xwe ji bo pêkanaîna opêresiyoneke leşkerî li dijî Hêzên Sûriya Demokiratîk li deverê dikin.
Ji alîkî din ve, jêderekî leşkerî yê mezin di HSDê de, ji Afrinpost re got ku duh, li gundê Bileydê yê navçeya Erîmê, civînek di navbera dezgehên ewlehî û sîvîl ên rêjîma Sûrî û HSDê de çê bûn.
Wî jêderî da xuyakirin ku di wê civînê de, mijarên derbaskirina dezgehên serwerî (hikûmî) mîna( çarkoşeya ewlehiyê, daîreya nifûsê, elektirîk û avê) ên hikûmeta Sûrî, derbasî nava bajarê Minbicê bikin, lê herdû alî negihane ti encamanê.

Related posts