Dagîrkeriya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî bazirganiya (tîcaret) endamên mirovan li Efrînê dikin

AFRINPOST
Çalakvanên kurd ji herêma Efrînê (Rojava) yê dagîrkirî piştrast kirin, ku dagîrkeriya tirkiyê endamên termên (laş) şehîdên teqîna bazarê(sûkê) Efrînê û birîndarên ku piştî çend rojekê di nexweşxaneyên tirkiyê de şehîd bûnî bi mebesta bazirganiyê (tîcaretê) dizîne.
Herwiha hin malbatên heman şehîdan dupat kirin ku şehîdên wan, zikên wan hatine vekirin û pişt re hatine dirûtin tevî ku birîna wan li cihekî dîtirê ne, evî kiryarê gumana dizîna endamên termên şehîdên wan bêhtir kiriye.

Ji aliyekê din ve, çavkaniyekê ji me diyar kir, ku dagîrkeriya tirkiyê, birîndarên kurd ên ji Efrînê diçin nexweşxaneyên tirkiyê, dikuje û endamên wan bi mebesta bazirganiyê didize.
Herwisa gelek Efrînî di bin îşkencê û lêdanê de li girtîgehên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê de hatine kuştin û pişt re bo nexweşxaneya dagîrkeriya tirkiyê têne veguhestin.

Nimûne di meha Tebaxê de çalakvanan anîn ziman ku li navçeya Mabeta hemwelatiyê bi navê „Sehîd Mihemed Teter“ ê 53 salî yê ji gundê Ereba li nexweşxaneya tirkiyê şehîd bû piştî ku bi giranî ji aliyê milîsên îslamî (artêşa azad) yên dagîrkeriya tirkiyê ve hatibû lêdan û îşkence kirin.
Egera îşkencekirina hemwelatiyê navborî tenê ew bû ku milîsên îslamî yên bi navê „elfatêh“ daxwaza diravan (pere) kiribûn û malbata wî jî nikaribûn dirav bidana.

Zincîreya talankirin, dizîn, geflêxwerina çekî û girtina bi ser malan de berdewame bi taybet jî piştî ku gropên teypetmend ên dizîn û talankirinê yên girêdayî milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ava bûne.

Bo bîr xistin serokê encûmena(meclîs) dagîrkeran „Ehmed Şêxo“ ê ku hemwelatiyê navçeya Şiyê bû di girtîgeha milîsên îslamî (silêman şah/ emşat) yê dagîrkeriya tirkiyê di bi lêdanê de mir, herwisa şopên lêdanê li ser laşê wî diyar bûn, belam milîsên îslamî yên navborî gefa kuştinê li malbata „Ehmed Şêxo“ xwerin da rastiyê nebêjin. Milîsên îslamî yên navborî pişt re bi vîdiyoyekî tomarkirî bi hevdîtinekê li gel birayê „Ehmed Şêxo“ re ragihandin ku navborî bi egera nexweşiya reboyê miriye û hemû çîroka lêdan û koştinê derewandin.

Wate ne tenê kuştin, revandin, dizîn, destdirêjîkirin û lêdan li Efrînê heye herwisa ew giropên milîsên îslamî bi riya Media û ragihandinê rûyê xwe spî dikin û rastiyan bi alîkariya „Mit“ ê dagîrkeriya tirkiyê diguhêrin.

Related posts