Pêkhateyeke Leşkerî ye nû li Efrînê hate ragihandin…„Hêza rizgarkirina Efrînê“

AFRINPOST
Îro roja înê gropa bi navê „hêza rizgarkirina Efrînê“ daxuyaniyek bi nerîna giştî re parve kir û diyar kir ku hêzên wan 2 çalakiyên leşkerî pêk anîne herwisa di encamê de leşkerekî dagîrkeriya tirkiyê hat kuştin û komeke ji milîsên wê yên îslamî jî.
Ev cure çalakî di bin navê „Hêza Rizgarkirina Efrînê“ de weke yekemîn çalakî dijî milîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê li herêma Efrînê yê dagîrkirî dihête naskirin.
Weke ku di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin, ku ev çalakî di bin navê „bidawîkirina dagîrkeriyê li herêma Efrînê“ tên kirin.
Ev Giropa nû di daxuyaniya xwe de wisa dibêje: (em hêzên rizgarkirina Efrînê radighînin, ku hêzên me li herêma Efrîna çalakiyên nû kirine û dê dawiya dagîrkeriyê li herêmê bîne. Ev çalakiyên me di çarçiveya xweparastina rewa û mafdar de ne û li ser vê bingehê jî em ji gelê xwe re yekemîn çalakiya xwe yê leşkerî radigihînin.
Di dîroka 18ê Berfambarê (çeleya pêşîn) de hêzên me bombeyek di xaleke leşkerî yê dagîrkeriya tirkiyê de li herêma di navbera navçeya Şera û gundê Gobelê de teqand, di encamê de leşkerekî dagîrkeriya tirkiyê hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn. Di heman demê de yekîneyekê ji yekîneyên me bombeyek di tirimbêleke leşkerî de ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê tê de bûn di navbera gundê Basûtê û bajarê Efrînê de teqand, herwiha di encama vê çalakiyê de jî gelek çete hatin kuştin, lê belê jimara kuştiyan hîn ne zelal e).
Ev çalakiyên leşkerî yên bi vî rengî berî niha jî di bin navên cudacuda de hatine kirin weke „Hêrsa/xezeba zêtûnê“ û „Bazên Efrînê“, lê belê hinek ji wan çalakiyan cihê gumanê ne, weke ku gelo ev giropên navborî bi ser kê ve ne!!
Nimûne teqandina ku li bazara (sûkê) Efrînê rû dayî û di encamê de bêhtirî 5 Efrînî şehîd ketin, gumana xelkê Efrînê û çalakvanan di derbarê kiryarê vê teqînê de berfireh kir ku xelkê bi aweyekî rasterast tiliyê xwe bere dagîrkeriya tirkiyê de kir, wate ku dagîrkeriya tirkiyê bi riya (Mit)ê evan teqînan dike. Da Efrînî malên xwe ji Niştedagîr (mistewtên) û ji çeteyan re bihêlin û bar kin.
Bo barastina jiyana sivîlan, çalakvanan ji gropên ku teqînan li dijî hêzên dagîrker dikin xastin ku hebûna sivîlan li ber çavan bigirin.
Herwisa YPG jî daxuyanî dane ku ew ne berpirsiyarê çi çalakiyekê leşkeriye ger bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî zelal nekiribe.

Related posts