Milîsên îslamî (polîsên leşkerî) digel leşkerên dagîrkeriya tirkiyê dest bi hemleya girtina Sivîlan li Efrînê kirine

AFRINPOST
Nûçegihanê AFRINPOST ji navenda herêma Efrînê yê dagîrkirî ragihand, ku ji hefteyekê de milîsên îslamî (polîsên leşkerî) bi hevkariya leşkerên dagîrkeriya tirkiyê li Efrînê û gundewarên Efrînê bi ser malên sivîlan de digirin û bi behaneyên cudacuda xort, keç, mêr, jin, pîrejin û pîremêran bi darê zorê binçav dikin û heta niha jî çi kes nizane ka gelo çarenûsa wan dê çawa be.
Herwiha çavkaniyên herêmî dupat kirin, ku li herdu gundên Miskê ya Jêrîn û ya Jorîn jî bi behaneya lêgerînê (teftîş) xelkên sivîl girtin li gel wê yekê jinek jî girtin. Bi heman şêweyî derî û pencereyên malan jî şikandin.
Heman çavkaniyan navên hinek sivîlên ku hatine girtin ji AFRINPOST re diyar kirin:
– Mihemed Îsmayîl Hebeş
– Ristem Ehmed Sîdo
– Evdo Henan Sîdo
– Şêx Mihemed Henan Sîdo
– Selah Şêx Mihemed Sîdo
– Ednan Xelîl Sîdo
– Ciwan Evdirehman Hesen
– Evîn Ehmed Birîm (jin)
– Hesen Mistefa Cindo
îro pêncşemê Nûçegihanê AFRINPOST xuya kir, ku leşkerên dagîrkeriya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî (polîsên leşkerî) li gundê Omera, Çema, Mamila (Me’mila), Keferom û Kurzêlê bê rawestandin xelkên sivîl digirin û kelûpelên malan jî dişkînin.
Destdirêjîkirin û desteserkirina Sivîlan ji aliyê milîsên îslamî û leşkerên dagîrkeiya tirkiyê ve li Efrîn û gundewarên wê hîn berdewame.
çavkaniyê taybet a AFRINPOST da zanîn, ku tenê li gundê Keferomê 38 sivîl hatine girtin û herwisa li gundê Çema jî 22 sivîl hatine desteserkirin.

Related posts