AFRINPOST
Çavkaniyeke sivîl li herêma Efrînê yê dagîrkirî da xuya kirin ku milîsên îslamî(elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê kaxêzên nû yên taybet amade dikin û herwisa qedexe dikin ku Efrînî ji gundan biçin Efrînê yan jî berovajî bi behaneya ku „Kîmlikê“ wan tune.
„Kîmlik“ jî karteke tirkî ye li ser gotina „Penaber“ tê nivîsandin.
Ev karta hanê tirs li ba xelkê peyda kiriye, ku dibe piştî demekê Efrînî li ser axa bav û kalên xwe weke penaber werin nişankirin, ev yeka ha jî berdewamiya siyaseta tunekirin û qirkirina Kurdan ji aliyê dagîrkeriya tirkiyê ve ye.
Herwisa peyamnêrê AFRINPOST ji navenda Efrînê ragihand, ku milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê ji roja dagîrkirina Efrînê de heya niha du hemwelatî revandine û çarenûsa wan hê jî ne diyar e.
Peyamnêrê me berdewam anî ziman ku hemwelatiyê bi navê „Ehmed Sîdo Şêxo“ ji 29ê Adarê de ji aliyê milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê ve hatiye revandin û çarenûsa wî hîn jî ne diyar e, herwisa hemwelatî „Sîdo Bêrem“ jî bi heman hawî di 20ê Nîsanê de li gundê „Dîkê“ hatiye revandin û pişt re milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê ew veguhastine Girtîgeha Meydan Ekbesê û çi nûçe di derbarê çarenûsa wî de hîn jî nînin.
Li navçeya Bilbilê peyamnêrê me ragihand ku milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê 50î çekdarên îslamî teve malbatên wan anîne gundê „Kêla“ bi mebesta dagîrkirina malên gundiyan, tevî ku heman çekadarên îslamî gundê „Elî Caro“ dagîrkiribûn, lê piştî rêkeftinekê di navbera milîsên îslamî „Siqûr“ û milîsên îslamî „Feleq Elşam“ bo hevgirtinekê bi navê „Lîwa mecid“, evî hevgirtinê çekdarên xwe anîne gundê „Kêla“.
Di berdewamiya zincîreya kuştin, lêdan, şewitandin û revandinê de peyamnêrê me dupat kir, ku li navenda Efrînê malbeteke niştedagîr (Mistewtên) mala hemwelatî D. Ednan Mile şewitand, ji ber ku navborî daxwaza mala xwe kiriye.
Her wisa her komeke milîsên ji milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê di herêma desthilatdariya xwe de malan ji kurdan bi darê zorê distînin û didine niştedagîran (Mistewtên) û kirê xaniyan jî ji niştedagîran bo berîka xwe distînin.
Peyamnêrê me diyar kir, ku diyardeya dizîna Batariyên (Battery) Tirimbêlan li Efrînê pir bûye.
Li Cindirêsê jî Peyamnêrê me ragihand, ku li gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê hemû malên kurdan dizîne derî, pencere, kelûpel heya feraşok jî ji dîwarî hilkirine û dizîne.
Her wiha milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê malbatên xwe anîne gund û nahêlin gundiyên Tilifê yên ku malên wan li ser gir in vegerin malên xwe, tenê yên ku malên wan jêrî riya gund in bi zorê dayîna diravan(peran) 2000 dolar vegeriyane.
Li navenda Efrînê jî milîsên îslamî (elcêş elhur) yên dagîrkeriya tirkiyê bi ser mala hemwelatiyê kal bi navê Mistefa Faris de girtin û di encamê de hemwelatiyê navborî û jina wî bi lêdan û kotekan ji malê revandin û piştî ku diravên wan jê standibûn ew herdû Kal û Pîr avêtibûn ser riya Tirindê