Leşekerekî dagîrkeriya tirkiyê li gundewarê Efrînê yê Rojava hate kuştin

AFRINPOST
Li herêma Efrînê yê dagîrkirî, piştî ku dagerkeriya tikiyê û milîsên wê yê îslamî gundên navçeya şêrewa yên ku Bizorjiwardûrxistiyên(Penaber) Efrînê jî hîn li wir dimînin ji roja çarşemê ve heta vê gavê bi top û hawinan topbaran dikin, îro roja pêncşemê hinek çavkaniyan ragihandin ku leşekerekî dagîrkeriya tirkiyê li Efrînê hatiye kuştin.
Her wisa tora çalakvanên Efrînê dane xuya kirin ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê vê sibê gundê Bênê û Soxanekê yên girêdayî navçeya şêrewa bi giranî dane ber top û hawinan û di encamê de çar kes ji hêzên rejîma sûriyê birîndar bûne.
Çalakvanan xuya kirin ku ji ber topbaranê malbatên gundê Bênê û soxanekê yên girêdayî navçeya şêrewa ji danê sibê ve ji gund derketine.
Di berdewamiya siyseta qirkirin û tunekirinê de, dagîrkeriya tirkiyê û milîsên îslamî yên wê hewla koçkirina Efrîniyan dikin bi rêvebirina siyaseta kuştin, dizîn, talan û lêdanê.
Tora çalakvanên Efrînê anîn ziman, ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê mala sivîlekî li navçeya şera berî du heftan şewitandin.
Herwiha Torê vîdiyoyek parve kir, tê de xuya dibe bê çawa milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê malan dişwewitînin, da karê xwe yên diziyê veşêrin.

Related posts