Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê milîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê ve, Efrînî di tevliheviyê de dijîn.

AFINPOST
Roja pêncşemê çalakvanan ragihand ku Motopisklêteke bombebarkirî li pêş nanpêjxaneya(Firne) Ebû îmad yê li ser otostrada Reco li navenda herêma Efrînê teqiya.
Li gorî ragihandina milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ku di encama teqînê de 3 kes hatin kuştin û herwisa birîndar jî hene, lê belê heta niha hîn diyar nebûye ka kuştî ji milîsên îslamî û Niştedagîran(mistewtên) in, yan sivîlên Efrînî şehîd bûne.
Ev rewşa terorî û tevlihevbûnê, Efrînî di dema hebûna rêveberiya xweser de yekcar nejiyabûn, belam bi hatina dagîrkeran re hemû tişt hate guhertin, êdî Efrînî her roj rastî dizîn, revandin, geflêxwerina kuştinê û teqînan tên.

Related posts