Dagîrkeriya tirkiyê destdirêjiya miriyan jî li Efrînê kir hîn jî dike

AFRINPOST
Navenda Efrîn ê Ragihandinê roja çarşemê vîdiyoyek weşand, tê de xuya dike ku çawa kêlikên goran li gundê Qurbê yê girêdayî Efrînê yê Rojava ji aliyê milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê ve têne şkandin û wêran kirin.
Li gorî navendê ku behaneya milîsên îslamî yên tirkiyê ew e divî gor bê kêl bin û ne bilind bin. Herwisa navend dupat dike ku ev karê wêrankirina goran ji ber ku li ser hinek goran bi kurdî hatiye nivîsandin ne tiştekî din e.
Behaneyên tirkan û milîsan bi dawî nabin, bi heman rengî gorên sivîlan li gundê Kefirsefirê, Senarê û Zareta Henên her wisa gorên şervanan û şehîdên bombebarankirina dagîrkeruiya tirkiyê yên gundê Kefirsefirê û goristana şehîd Avista li Efrînê jî bi tireksan û bagiran wêran kirin.
Ev zincîra wêrankirina goran çandeke dagîrkeriya tirkiyê û milîsên wê yên îslamî ye li herêma Efrînê yê Rojava û gundewarên wê birêve dibin.
Bo bîrxistinê di sibata 2018an de navenda ragihandinê yê QSDê (hêzên sûriya demokratîk) ragihiand, ku dagîrkeriya tirkiyê bi topan goristana şêx ebdirehman li gundê Kanî Gewirkê bombebaran dike, ev jî tê wê wateyê ku dagîkeriya tirkiyê heta gorên miriyan jî dike armanc piştî ku şûnwar û gund dayîne ber topan.
Bi heman bîrkirinê(fikrî) di 20ê cehzeranê(yoniyo) de hêzên dagîrkeriya tirkiyê goristaneke dîrokî li gundê Senarê yê bi navê Goristana Jorîn tê naskirin û dîrka wê vedigere sala 1636z derdora 500 gor ji 1000 gorî wêran kirin. Bi heman şeweyî milîsên îslamî yên tirkiyê Zareta gundê Qerecirnê yê girêdayî nevçeya Şera wêran kirin bi mebesta dizînê, herwisa Zaretên Êzdiyan jî li gundewarên Efrînê wêran kirin.
Di 11ê tebaxê de dagîrkeriya tirkiyê û milîsên îslamî(artêşa azad) goristana şehîd Avêsta Xabûr yê li ser riya Maratê nêzî bajarê Efrînê bi Tireksan wêran kirin ji ber ku ev goristana şehîdên berxwedana serdemê bû.
Li gorî zaniyariyên bidestxistî, ku dagîrkeriya tirkiyê goristana şehîd Sîdo yê li gundê Kefirsefirê yê girêdayî navçeya Cindirêsê wêran kir, ji ber ku gorên şervanên YPG û YPJ tê de bûn. Herwiha çalakvanan wêneyên wêrankirina goristana şehîd Rfîqê yê li gundê Metîna weşandin, ku çawa dagîrkeriya tirkiyê ew goristan jî wêran kiriye.
Di 25ê tebaxê de milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê gora D. Nûrî Dêrsimî û xanima wî li gundê meşalê yê girêdayî navçeya Şera wêran kirin û hestûyê wî avêtin der ve.
Kiriyarên wêrankirinê yên bêsînor ên milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê bê da dawî ne, herwisa şûnwarên gundê Beradê û Kenîseya Xiristiyanan „Mar Maron“ yê herî kevnar li cihanê ji destê ewan milîsan rizgar nebû û hate wêrankirin tevî ku ev kenîse di lîsteya şûnwarên cîhanî de jî cih digire.

Related posts