Îro dema nîvro milîsên îslamî yên dagîrkeriya tirkiyê hemwelatiyekî bi navê Mihemed Reşîd Zêngul li pêş Guvaşxaneya(mekbez) wî kuştin û kesekî din jî birîndar kirin.
Çavkaniyekê ji gundewarên herêma Efrînê yê Rojava anî ziman, ku çekdarekî milîsên îslamî yê dagîrkeriya tirkiyê gule bi awayekî hovane li çotkarên Kurd yên li pêş Guvaşxaneya gundê Qstelê Cindo yê girêdayî navçeya Bilbilê diman barand. Di encama gulebarandinê de xwediyê Guvaşxaneyê „Mehemed Reşîd Zêngul“ hemwelatiyê gundê Qurnê şehîd ket, herwisa kesekî din jî ku navî wî nehatiye naskirin birîndar bûye.
Çavkaniyê berdewan da xuyakirin, ku çekdarê milîsê îslamî yê dagîrkeriya tirkiyê pêşî bi Tivingê(dabance) gule berdan cotkaran û pişt re jî bi kilaşinkovê (Qilêş), bêku kes bizanibe ka hukar(sebeb) çiye.
Raporên Mafnasînê didin xuya kirin, ku milîsên îslamî digel dagîrkeriya tirkiyê derdora 400 Sivîl ji roja dagîrkirina herêma Efrînê yê Rojava di 18ê Adara 2018 de ji aliyê heman hêzên dagîrker ve kuştine.
Helbet ev zincîra kuştinkirinê ji aliyê milîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê ve lîsteyeke dirêj e ku li dijî hemwelatiyên herêma Efrînê yê dagîrkirî bi awayekî pilankirî tê kirin.