Milîsên dagîrkeriya Tirkiyê taxa çerxeriya Maratê ji Kurdan vala dikin û diguhêzin bikeyeke leşkerî

Milîsên dagîrkeriya Tirkiyê taxa çerxeriya Maratê ji Kurdan vala dikin û diguhêzin bikeyeke leşkerî

AFRINPOST- Taybet

Milîsên Îslamî yên dagîrkerên Tirkiyê li herêma Efrînê/Rojava ya dagîrkirî bi geflêxwerina çekî Efrîniyan ji malên wan derdixin û ji xwe re weke Xenîme (baceke îslamî ye ku milkên xelkê ji xwe re rewa dibînin û desteser dikin).

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê li herêma Efrînê da zanîn ku milîsên îslamî (Lîwa Mihemed El-Fatih) li çerxeriya Maratê bi mebesta desteserkirin û veguhestina bo binkeya Leşkerî dest bi hewildana jinavbirina Kurdan li wir kiriye.

Herwisa nûçegihanê me da xuyankirin ku heman milîsan ên ku piraniya wan ji çeteyên Tirkman pêk tên berî du rojan/31.03.2019an malbateke Kurd ji kolana raberî çerxeriya Maratê ku li rex kilana Vêlat e bi darê zorê ji xaniya wan derxistiye bi behaneya ku kaxizên wan ên xaniyê tune ne.



Herwiha di heman kolanê de maleke din e Efrînî qewitandin û xaniya wan desteser kirin bi behaneya ku xanî ya Endamekî PYDê ye.

Wek tê zanîn ku milîsan îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê heya niha dest danîne ser hejmareke mezin ji avahiyên navenda bajarê Efrînê/Rojava û niştecihên wê yên Efrînî qewtandine, piştî vê kiryarê jî dest bi talankirina wan avahiyan kirine û niha jî ew xanî ji xwe re kirine baregehên leşkerî.

Hêjayî gotinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê sala par 30î avahî ku her yek ji çar qatan pêk tê li derdora dibistana El-Teqedum li Taxa Fîl a bajarê Efrînê ji malên wan bi darê zorê qewitandin, piştra hemû rê bi rêban û têlan girtine herwisa li ser xaniyan jî Sekvan bi cihkirine û çira bo çavdêrîkirinê daliqandine ku weke Binkeyekê leşkerî ji xwe re dibînin

Related posts