Osmaniyên Nû li ser riya bapîrên xwe Ermaniyê dawî ji Efrînê avêtin û mala wî kirin Mizgeft

Osmaniyên Nû li ser riya bapîrên xwe Ermaniyê dawî ji Efrînê avêtin û mala wî kirin Mizgeft

AFRINPOST- Taybet

Dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî bi berdewamî jinavbirina pirrengiya Olî û Êtnîkî li herêma Efrînê/Rojava yê dagîrkirî ji xwe re kirine armanc û hewla avakirine zimîneyeke (waqi´) nû li ser bingeha Erebkirin, Daişîkirin û Tirkmankirinê bi riya cîbicîkirina siyaseta Guhrtina dêmografîk.

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navenda herêma Efrînê ragihand, ku dagîrkeriya Tirkiyê hemwelatiyê Ermenî yê herî dawî ji Efrînê da koçkirinê û milîsên wê yên îslamî jî mala wî Ermeniyî ji xwe re kirine mizgeft û banga îslamê lê hil didin, ev jî tê wê wateyê ku neviyên Osmaniyan heya ku Ermeniyek li darî dinyê hebe dê hêrîşê bibin ser û mala wî talan bikin.



Nûçegihanê AFRINPOSTê da xuyakirin, ku dagîkeriya Tirkiyê hemwelatiyê Ermenî “Harût Kîvork”, ê herî dawî ku li herêma Efrînê mabû, demekê berê ji Efrînê derxistibûn, niha jî milîsên îslamî (El-Silatan Mûrad) mala wî û dukana wî ya li ser riya Cindirêsê desteser kiriye û veguhestiye mizgeft ji xwe re.

Weke tê zanîn ku hemwelatî “Kîvork” karê kelûpelên hesinî li dukana xwe dikir ku jê re ji bavê wî de mabû, lê belê navborî ji neçarî û tirsa kuştinê li ser destê milîsên îslamî û dagîrkeriya Tirkiyê koçî bajarê Helebê kir da bikaribe jiyana xwe biparêze û weke bapîrên xwe, yên bi destê Osmaniyan hatinî kuştin, neyê serjêkirin. Bavê wî jî weke gelek Ermeniyên, ku ji komkujiya Osmaniyan revîyabû û hatibû li Efrînê bi cih bibû û jiyana xwe parastibû.



Herwisa tê destnîşankirin ku dagîkeriya Tirkiyê li navçeya Recoyê malbateke Ermenî kuştibûn, ku topeke topxaneya dagîrkeriya Tirkiyê li mala “Gonîsê Ermenî” ketibû û di emcamê de piraniya endamên Malbata wî şehîd bibûn.

Related posts