Av li Efrînê dabirî ye û dagîrker ji Kurdan bi zorê diravan distîne

Av li Efrînê dabirî ye û dagîrker ji Kurdan bi zorê diravan distîne

AFRINPOST- Taybet

Li herêma Efrînê/Rojava ya dagîrkirî ji mehekê ve ava vexwerinê tune ye tevî ku bendava Meydankê ji ber baranê tijî ye jî.

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji herêma Efrînê ragihand ku şêniyên Efrînê ji ava vexwerinê bêpar mane ji ber ku komeleya Buhar a lihawarçûnê girêbesta (Eqid) xwe ya bi Encûmena Dagîrkeran a xwecihî re bi dawî bûye, ku bi wê girêbestê komeleya Buhar sotemenî (Mazot/Dizel) ji dezgeha Avê re dabîn dikir.



Herwisa nûçegihanê me da xuyakirin ku Rêveberê dezgeha Avê Niştedagîr „EbdilQadir El-Hafiz“ fişarê li karmendên dezgehê dika da diravên Avê ji Efrîniyan bistînin tevî ku av ji mehekê ve nagihêje malên Efrîniyan.

Ji aliyekî din ve peyamnêrê AFRINPOSTê destnîşan kir ku dagîrker diravên Avê tenê ji Efrîniyan distîne û Niştedagîrên Ereb û Tirkman çi diravan nadin.

Di heman çarçovê de nûçegihanê me anî ziman ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê di girtina Çavdêrvanê dezgeha Avê yê Efrînî Endezyar „Ehmed Oso“ ji meh û nîvekê ve hîn berdewam in tevî ku rêveberê dezgeha Avê Niştedagîr „EbdilQadir El-Hafiz“ serdana çavdêrvanê girtî dike da zanyariyên çawaniya bikarxistina alavên dezgeha Avê jê wergire, çonke Endezyar „Ehmed Oso“ pisporê dezgehê ye.

Nûçegihanê AFRINPOSTê bo zanyariyên berfirehtir jî got ku rêveberê dezgeha Avê Niştedagîr „El-Hafiz“ û cîgirê serokê encûmena dagîrkeran ya bajarê Efrînê li ser projeya berfirehkirina dezgeha Avê kar dikin da diziya xwe bêhtir bikin û fişarê li ser Efrîniyan girantir bikin.

Related posts