Milîsên îslamî yên bi navê Şîşanî dest danîne ser mal û duknên Efrîniyan

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji navenda herêm Efrînê/Rojava ya dagîrkirî ragihand ku milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê bi serpereştiya Istêxbarata (MIT)ê dest datînin ser mal û Dukanên bizorjixakdûrxistiyên (penaber) Efrînê.

Herwisa peyamnêrê me destnîşan kir ku grûpa Şîşanî ya îslamî ya bi ser îslamîstên (Siltan Mûrad)ê ve bi berdewamî samanên Kurdan li herêma Efrînê destser dikin, û heya niha jî dest danîne ser 40 Xanî û 30 Dukan ên Bizorjixakdûrxistiyên Efrînê û ji xwe re weke Xenîme (peyveke îslamî ye bi wateya ku berhemên diziyê û kuştina xelkê ji wan re helal e weke malê bavên wan tê qebûl kirin) dibînin û bi kirê didine Niştedagîrên ku ji Xûteya Şamê, Himsê û bajarên din ên Sûrî hatine.


Girêdayî Mijarê… Dagîkeriya Tirkiyê: Genoside a Fikrî û Daişkirina Efrîniyan dike


Ji aliyekî din ve nûçegihanê AFRINPOSTê da zanîn ku piraniya Xanî û Dukanên desteserkirî li kolana „Fat Xezalê“ ne li hemberî Xaringeha Fûlan ya Bavê Cewdet ku li taxa „Efrîna Kevnar“ dikeve.

Di derbarê heman babetê de nûçegihanê me dupat kir ku heman milîsên îslamî bi berdewamî diziyê, li devera di bin kontrola wen de, dikin, ku duh êvarê Qeşagira (Berad/Bûzdolab) „Firêza“ ya bi 300 hezar L.S ye ji Dukana amûrên êlêktirîkî dizîne tevî ku ew dukan ji aliyê Niştedagîrekî ve tê birêve birin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku Istêxbarata dewleta Tirk a dagîrker serpereştiya hemû kiryarên milîsên îslamî û encûmenên dagîrkeran dike da herêma Efrînê/Rojava ji Efrîniyan vala bike û projeya xwe ya Guhertina Dêmografîk bibe serî lewra hemû cureyên kiryaran dike ji dizî, lêdan, girtin, revandin, wêrankirin û geflêxwerina çekî herwisa heya dizîna şûnwaran jî dike ku evê herêmê ji nasnameya wê ya Kurdî vala bike û bike herêmeke Erebî-Tirkî ku ev siyaseta hanê jî di bin sîwana îslama îxwan El-Misilimîn/Birayên Mislimanan de tê kirin.

Related posts