Milîsên îslamî keçek ji gundê Elî Caro yê navçeya Mabeta revandin

Milîsên îslamî keçek ji gundê Elî Caro yê navçeya Mabeta revandin اكتب رسالة
Photo Credit To Nêt

Afrinpost – taybet
Nûçegihanê ‘‘ Afrinpost’’ ji navçeya Mabata ya herêma Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Turkiyê û rêxistina Ixwan Misilmîn, keçeke kurd ya 24 salî piştî tawanên nerast revand.


Nûçegihan teqez kir ku keça bi nave(Ş, H) ji şêniyên gundê Elî Caro yê girêdayî navçeya Mabata ya gundewarê Efrînê ye û wiha berdewam kir:


Beriya hefteyekê milîsan ew keç bi hinceta ku ew bi YPG’ê re dide û distîne revand û heta niha çarenûsa wê nediyar e û ti agahiyan derbarê cihê wê de parve nakin.


Gundê Elî Caro ji 25 malan e, piraniya şêniyên wî di dema dagirkeriya Turkiyê ya çileya 2018’an de bi darê zorê hatin koçberkirin.


Nûçegihanê Efrîn Post destnîşan kir ku hejmara malbatên çekdaran ên di gund de hatine niştecihkirin bi qasî nîvê malên gund e ango niha nîvê gund ji malbatên çekdaran e û nîvê din jî ji şêniyên gund ên resen in.

Post source : Afrinpost – taybet

Related posts