Li Cindirêsê Muzîkjen û li gundê Hebo Jin û Mêrek ve hatin revandin

Li Cindirêsê Muzîkjen û li gundê Hebo Jin û Mêrek ve hatin revandin

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOSTê ji gundewarê Efrînê/Rojava ya dagîrkirî ragihand ku milîsên îslamî (Mintesêr Bilah) yên dagîrkeriya Tirkiyê ku opozisiyona Sûrî jî nûnertiya wan a siyasî dike li gundê Hebo yê navçeya Mabeta hemwelatiyên bi navê „Mihemed Egîd /40/, Necah Egîd /33/“ revandine û berê wan dane cihekî nediyar.

Herwisa hêjayî nîşanpêkirinê ye ku hemwelatî „Mihemed Egîd /40/“ berî niha sê caran ji aliyê milîsên îslamî ve hetiya revandin û her carê jî bi zora diravan (pere) hatiye berdan.

Ji aliyekî din ve milîsên îslamî (Silêman şah/Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê di 01.04.2019an de kalemêrê Kurd „Mistefa Mihemed Ikaş /61/“ ji mala wî ya li navenda bajaroka Şiyê revandin û berê wî dane gertîgeha revandiyan li navçeyê.



Herwiha Muzîkjen „Mihemed Evdirehman“ rêveberê peymangeha Arya ya muzîkê li bajaroka Cindirêsê hatiye revandin, ji aliyê xwe ve Navenda Efrîn ya Ragihandinê jî dupat kir ku Navborî gelek caran ji aliyê milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê ve hatiye revandin û tûşî (rastî) lêpirsînê bûye, herwisa bavê Muzîkjenî jî ji aliyê heman îslamîstan ve hatiye lêdan û îşkencekirin.

Related posts