Ger gel bibe yek dijmin lawaz dikeve, berdana mamosteyên Kurd li Efrînê nimûne ye

Ger gel bibe yek dijmin lawaz dikeve, berdana mamosteyên Kurd li Efrînê nimûne ye

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê roja duşemê mamosteyên Kurd ku berî demek desteser kiribû di bin zora hêza gelî de serbest berdan.

Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navenda Herêma Efrînê/Rojava ya dagîrkirî da zanîn ku bi dehan mamosteyên Kurd li pêşiya dezgeha Perwerdê ya dagîrkeriya Tirkiyê dest bi xwepêşandanê kirin û dengê xwe bilind kirin da zorê li dagîrkeran bikin ku hevkarên wan mamosteyên Kurd ên girtî serbest werin berdan.

cihê giringiyê ye were zelal kirin ku dezgeha Perwerdê ku niha ya dagîrkeriya Tirkiyê ye di dema Rêveberiya Xweser de Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Wêje û Zimanê Kurdî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî) yê dagîrkeriya Tirkiyê di 28.03.2019an de 10 mamosteyên Kurd ji dibistanên (Salih El-Elî, Mêselûn û Silêman El-Helebî) revandibûn û li ba xwe zindanî kiribûn, herwisa rêveberê Perwerdê jî daxwazkiribûn û lêpirsîn pêre destpêkiribûn bi behaneya ku ewî berê kar bi Rêveberiya Xweser re kiriye û hevalgirê PYDê ye.

Related posts