Li Mabeta zeviyên Zêtûnan bûne çêrgeha Niştedagîran

Li Mabeta zeviyên Zêtûnan bûne çêrgeha Niştedagîran

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê zevî û milkên Bizorjixakdûrxistiyên (Penaber) Efrînê li navçeya Mabeta bi diravan didine Niştedagîrên Ereb û Tirkman ên şivan.

Di vê çaroçvê de nûçegihanê AFRINPOSTê li navçeya Mabeta ragihand ku milîsên îslamî (Artêşa El-Nuxbe) yên dagîrkeriya Tirkiyê hêrên (zevî) Zêtûnan ên neajotî li deşta gundê Amara bi diravan didin şivanên xwe yên ku weke Niştedagîr li Efrînê bi cih bûne, di encama vê kiryarê de pezên Niştedagîran ziyanên mezin û giran dane darên Zêtûnan.

Li Mabeta zeviyên Zêtûnan bûne çêrgeha Niştedagîran
Li Mabeta zeviyên Zêtûnan bûne çêrgeha Niştedagîran

Herwisa peyamnêrê me destnîşan kir ku berî demekê heman îslamîstan (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) yên opozîsiyona Sûrî ku dûvçilkiya dagîrkeriya Tirkiyê dikin zeviyên Efrîniyan li deşta gundê Amara desteser kiribûn û ji xwe re Nok û Nîst lê çandine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dagîrkeriya Tirkiyê mûsima Zêzûnan bi bêhtirî 130 milion dolar ji Efrînê bi destê Niştedagî û grûpên xwe yên îslamî dizîbû û bi navê dewleta Tirkiyê li bazarê Awrupayê firot, herwisa di vê derbarê de jî gelek rapor ji dezgehên mafnasiyê û navdewletî derketin ku evê kiryara dagîrkeriya Tirkiyê şermezar kirin.

Related posts