Îslamîstên Emşatê li her sê Çeqelan gefê li 28 kesan dixwin

Îslamîstên Emşatê li her sê Çeqelan gefê li 28 kesan dixwin

AFRINPOST- Taybet

Komîteya çavdêrkirin û belgekirinê ya destaya yasayî ya Kurdî roja yekşemê/19ê Adarê da xuyakirin, ku wan navê hejmareke hemwelatiyên gundên Çeqelê Şiyê (sê gundên bi navê çeqelê jêrîn, navîn û jorîn) ku ji aliyê milîsên îslamî (El-Siltan Silêman şah/Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê ve gef lê hatine xwerin.

Herwisa desteyê da zanîn, hemwelatiyê ku gef lê hatinî xwerin, ji aliyê îslamîstên dagîkeriya tirkiyê ve hatine girtin û bi giranî hatine îşkencekirin, herwisa ji bona serbestberdana wan jî bi darê zorê dirav ji wan standine.

Kesên ku hatinî girtin û dirav jê hatinî standin li gorî desteyê ev in:

Gundê Çeqela Jêrîn:

 1. Mihemed Sebrî Ebû Sebrî 3500 dolar
2. Fewzî Mehmûd Ezet Mehmûd 2500 dolar
3. Sibhî Caro 500 dolar
4. Tofîq Caro 2500 dolar
5. Lezgîn Mehmûd 300 dolar:
6. Êhsan Cafer 3000 dolar

Gundê Çeqla Navîn:

 1. Bavê Reşîd Bavê Frîkê 5000 dolar
2. Elî Seîd Şêxo 2500 dolar
3. Ebdo Elî 4000 dolar
4. Edhem Simo 3000 dolar
5. Hisên Erselan 2000 dolar
6. Ezîz Mistefa 1000 doalr
7. Mistefa Nasîf 1000 dolar
8. Bekir Mistefa Nasîf 1000 dolar
9. Erif Evdela Şêx Zînel 1000 dolar
10. Ehmed Bekir Mamed 5000 dolar
11. Mihemed Cezayêr Hesûn 1000 dolar
12. Mihemed Ehmed Hesen 1000 dolar

Çeqla Jorîn:

1. Ehmed Heyder Bekir 2000 dolar
2. Ezîz Hebeş 3000 dolar
3. Mihemed Betal Hisên dollar
4. Selah Omer 3000 dolar
5. Omer Ezîz Bekir 1000 dolar
6. Mihemed Mihemed Betal 2000 dolar
7. Fewzî Ebdîn Elûş 2000 dolar
8. Rûhan Şêxo 1000 dolar
9. Ehmed Bekir Xoce 3000 dolar
10. Kemal Wehîd 3000 dolar

Herwisa Komîta çavdêrî û belgekirinê ya desteya yasayî ya Kurdî got ku, komdirava (pereyên) bi darê zorê ji hemwelatiyan hatî standin weke bac bi giştî 65500 dolar Amêrîkî ne.

Weke tê zanîn ku ji roja dagîrkirina herêma Efrînê ve, milîsên îslamî û dagîrkeriya Tirkiyê di kiryarên xwe yên dizîn, geflêxwerin, şelandin, kuştin, revandin û wêrankirina şûnwar û mezargehên olî yên Kurdan de bi behaneyên cudacuda li herêma Efrînê/Rojava berdewam in.

di vê çarçovê de AFRINPOSTê di yekê Sibatê de bi riya çavkaniyên taybet zanyarî bidest xistibûn, ku milîsên îslamî (Siltan Silêma şah/Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê li navçeya Şiyê tenê ji Kurdan Zekat (baca îslamî) û bacê bi darê zorê distîne ku derdora 60 miliyon L.S ji şêniyên navçê standibûn.



Ji aliyekî din ve heman îslamîstan di 17ê sibatê de li gundewarê navçeya Şiyê û Mabeta hemû xort, ên ku di dema Rêveberiya Xweser de Erka leşkrî kiribûn, komkiribûn û gefa zîndankirinê li wan kiribûn an jî divê herkesek 4000 dolar bide da neyê zîndanîkirin.

Bi heman hawî di 12ê Adarê de milîsên îslamî (Siltan Silêma şah/Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê bacên giran li ser çend malbatên gundê Xêlîl çespandibûn(ferzkiribû) da bikaribin di xaniyên xwe de bimînin, ku divê her malbatek 2000 dolarî bide da di xaniyê xwe de bikaribe bimîne yan jî dê ji malê werin avêtin.



Tevî van bipêkirinên îslamîstan li herêma Efrînê/Rojava bi rengekî rojane û belgekirina wan destdirêjîkirinan dîsa jî rêxistin û dezgehên navdewletî bêdeng û paşguh dixin, hwerwia tevî ku şêniyên herêma Efrînê jî hawara xwe gandiye heman dezgehan da tîmên xwe bişînin herêmê û rewşê ji nêz ve û bi çavên xwe bibînin, lê belê hê jî bersiv bêdengî ye!!

Related posts