AFRINPOST- Taybet
Efrîniyan roja çarşemê ji AFRINPOSTê re guldeststeke nemir ji wêneyan şandin, ku tê de diyar dibe çawa agirê Newrozê, tevî ku herêma Efrînê dagîrkirî ye, lê dîsa jî bi ahengekî watedar Newroz lidar dikeve.
Li herêma Efrînê ya dagîrkirî tevî hebûna metirsiya dijmin, lê jin, mêr û zarokên Efrînê momên azadiyê û berdewamiya berxwedan û vejînê dadan, bi awayekî veşartî bi tembûr û stranên Newrozê bi wêrekiyeke bêhempa ji neyaran re dibêjin na ji bo dagîrkeriyê.
Di vê çarçovê de Beşdariyekî ji AFRINPOSTê re anî ziman: “ ev şeveke xemgîn e ji bona Efrîniyan, heya di serdema Rêjîma Sûrî de em li hemberî sîstema îstêxbratî ya wê radibûn ser piyan û me agirê Newrozê bi girseyeke mezin dadida û Newroz bi rê ve diçû, lê belê di serdema evan grûpên îslamî û dagîrkeriya Tirkiyê de em bi wê wêrekiya berê nikarin Newrozê bikin ji ber ku dagîrkeriya Tirkiyê mafê jiyanê dîsa jî li ba wê tune ye”.
Herwisa Beşdariyekê din jî got: îro ne weke her 8 salên berê ye, ku berê me li meydana Azadî pêkve agirê Newrozê hil dikir, belam îro bi hatina dagîrkeran azadiya me nema, dagîrker dijayetiya hemû tiştên me dike ji Zimên, çand ra bi nasnamê re, heya bi kengî em ê di bin dagîrkeriyê de bimînin, divê ev pîrheboka (Kabûs) bi dawî bibe, bese mayîna wan li welatê me dirêj kir, wa salek di ser dagîrkirinê re derbastbû, em rizgariyê dixwazin bese“.
Di dema Rêveberiya Xweser de şêniyên herêmê bi awayekî giştî û komariyane (cemawerî) şahiya Newrozê birêve dibirin, ku rêveberiyê 3 roj weke bihinvedana fermî ji bona Newroza radigihand.
Lê belê niha dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên wê yên îslamî gefa girtinê û revandinê li Efrîniyan dixwin ger ku Efrînî hewla ahanega Newrozê bikin, lewra Efrînî bi awayekî dizî û veşartî agirê Newrozê hil dikin û pîroz dikin.