Gundê Cûmkê tê wêrankirin

AFRINPOST- Taybet

Hêza leşkerî ya dagîrkekriya Tirkiyê roja yekşemê/ 19ê Adarê hemû xelkê gundê Cûmkê yê girêdayî bajarê Efrînê ji gund derxistin û qewitandin.

Nûçegihanê AFRINPOSTê li herêma Efrînê/Rojava ragihand ku dagîrkeriya Tirkiyê bi Tireks û Bîldozaran berê xwe daye gundê Cûmkê û piştî ku şêniyên gund bi darê zorê ji gund derxist, niha jî hewla hilweşandin û heriftina gund bi giştî dike.

Herwisa ku dagîrkeriya Tirkiyê rê neda gundiyan da kelûpelên (tiştên malê) xwe ji mal derxînin û li gel xwe bibin.

Weke tê zanîn ku gundê Cûmkê 2 kîlo mitran ji bajarê Efrînê dûre û ji 20 malan pêk tê.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê me zelal kir, ku armanca veşartî ya dagîrkeriya Tirkiyê li paş vê kiryara dijmafî gerîna li antîk, zêr û samanên binexakî ye, ji ber ku berî demekê dagîrkeriya Tirkiyê bi amûrên nûjen ên girîna li zêran hatibû heman gundî û li gelek cihan geriya bû.

Hêjayî bibîrxistinêye ku dagîrkeriya Tirkiyê dawiya sala par 16 xanî li gundê Qirtqilaqê li navçeya Şera bi heman armancê hilweşandin û gundî jê avêtin.

Related posts