AFRINPOAT- Taybet
Niştedagîr û milîsên îslamî yên dagîrkeriya Tirkiyê pêkve di binpêkirinên xwe yên li dijî Efrînî û samanên (malûmilk) wan de li herêma Efrînê/Rojava hîn berdewam in, ku bi deh hezaran xaniyên Efrîniyan desteser kirine weke ku ji bavên wan de jê re mabin, hinek xanî ji xwe re kirine binke û baregehên leşkerî, hinek Niştedagîr tê de bi cih bûne û yên din jî ji xwe re kirine cihê ajel û heywanên xwe.
Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê li herêma Efrînê da zanîn, piştî ku hemwelatiyê Efrînî „Mihemed Sebrî Betal“ ê ji gundê Basûtê ji dest zora milîsên îslamî û destdirêjkirinên wan ji Efrînê rviya û berê xwe da bajarê Helebê niha jî Niştedagîran Vêlaya wî ya li ser riya gundê Kefirşîlê li bajarê Efrînê kirine Oxira Hêştiran (Hoştir).
Weke diyar e, ku Niştedagîr bixwe jî bipêkirin û destdirêjîkirinên milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra, Opoozisiyona Sûrî) li dijî şêniyên herêma Efrînê/Rojava çi carî şermezar nakin, ji ber ku piraniya wan milîsan mêr û kurên wan bixwe ne, berovajî wê yekê ew bixwe jî bipêkirinan dijî Efrînî û sermiyanên wan dikin û ji xwe re mal û milkên Efrîniyan weke Xenîme (baca îslamî ku ji kawiran bi zorê tê standin) dibînin.
Herwisa bi dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê û grûpên wê yên tarîperest-îslamîst di encama lihevkirinekê bi Rûsan re, dest bi siyaseta Guhertina Dêmografîk kirin û bi deh hezaran Niştedagîr û grûpên îslamîst ji bajarên Sûrî Hema, Himis, Idlib, Xûteya Şamê û bajarên din veguhestin herêma Efrînê, herwisa li hemberê wê yekê jî li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan 350 hezar Efrînî bi darê zorê ji Efrînê hatin derxistin, tevî ku hinek çavkanî dibêjin derdora 500 hezar Efrînî ji Efrînê hatin dûrxistin û mal û milkên wan talan kirin, ku niha Niştedagîr li cihên Efrîniyan nişte bûne.
Ji aliyekî din ve li gor çavkaniyan ku rêjeya Guhertina Dêmografîk bûye 60% Ereb û Tirkman, ji bilî siyaseta Daîşkirin û îslamkirina civaka Efrînî û helandina nasnameya Kurdî, tevî ku Efrîn bajareke Kurdî ye pirreng û bi pêkvejiyana xwe ya Olî naskirî bû û 98% Kurd bûn.