1000 dolar! ji bona ku Efrînî bikaribe di xaniyê xwe de bijî

AFRINPOST- Taybet

Milîsên îslamî (Silêman şah/Emşat) yên dagîrkeriya Tirkiyê li gundê Xêlîl bacê û diravan (xûyê) ji şêniyên gund distînin.

Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Şiyê ragihand ku milîsên dagîrkeriya Tirkiyê yên îslamî (Emşat) ji gundiyan diravan distîne, da gundî bikaribin di xaniyên xwe de bimînin, ku ji çar malabatan 1000 Dolarî dixwaze, herwisa gefê li wan dixwin ku ger diravan nedin ew ê ji gund bi darê zorê werin derxistin û dê tûşî revandinê jî bibin.

#Girêdayî babetê… Li navçeya Şiyê careke din tirsandin û diravsatndin
Hêjayî gotinênê ye ku her çar malbatan rêpêdan (izin/kefalet) ji encûmenên dagîrkeran jî wergirtine ku ew dikarin di xaniyên xwe de bijîn, lê belê milîsên îslamî yên navborî wan belgeyan napejrînin û nas nakin.

Herwiha bo bîrxistinê ku AFRINPOSTê bi riya çavkaniyên xwe yên taybet di 01 sibatê de kiryarên dewleta Tirk a dagîrker derxistibû holê ku milîsên îslamî (El-Siltan Silêman Şah) ji xelkê navçeya Şiyê bi taybetî 60 milyon L.S bi darê zorê daçespandine(ferz kirine), herwiha heman jêderan gotin ji her malbetekê ji 50 heya 200 hezar L.S distînin.

Related posts