Rûs û dagîrkeriya Tirkiyê li Şehbayê amadekariya çi dikin gelo?

AFRINPOST Taybet

Li roja yekşemê 10 Avdarê, şandeyeke Rûsî ji bo lidarxistina civînan bi
şanedeyeke dewleta Tirk a dagîrker re civiya, herwisa di heman demê de jî balefirên Rûsî, bi geşteke asîmanî berê xwe dane başûrê bajaroka Ezazê.

Ji aliyê xwe ve jêderên leşkerî yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nûçeya vekşîna Rûsan ji herêmê ne rast derxistin û wan dupat kirin ku hîn hêzên Rûsiyayê li Tilrifat, gund û ba-jarokên herêma Şehba ne.

Lê jêderan paqijkirina gundê Merenazê ji bombe û mayînan piştrast kirin, tê guman kirin ku ev gava jî, rê li pêş vekirina riya Heleb-Entabê ya
navdewletî re xwaş dike.
Ev karê han jî nîşana aramkirina herêmê bi rêvebirina dagîrkeriya Tirkiyê û di bin
çavdêriya Rûsan de ye.

Di heman babetê de ragihandinên milîsên îslamî yê dagîrkeroiya Tirkiya dibêjin ku ti-rimbêlên leşkerî û grûnpên tunekirina mayînan, herêma ji aliyê tirkiyê ve dagîrkirî derbas kirin û berê xwe dan sînorê nêzîkî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û digel şandeke Rûsî nêzîkî gundê Merenazê li başûrê Ezazê civiyan, gumana vê civînê jî ew e ku vekirina riya Heleb-Entabê ye yan jî lêkolînkirina çarenûsa herêma Şahbayê ya ku di nav xwe de nêzîkî 150î hezar Bizorjixakdûrxistiyên (koçberên) Efrînê dihêwrîne ye!

Pêwîstiya cihê Civatê

Di vê derbarê de parêzerê Kurd Şêxo Bilo ji AFRINPOSTê re got: ev civîna ku di navbera dagîrkeriya Tirkiyê û Rûsan de pêkhatî çi giraniyeke siyasî û ne jî stratêjîk tê de nîne, her-wisa dê tu lihevkirin di derbarê herêma Şehbayê de jî encam nedin ji ber gelek egeran, yek jê ew e ku dagîrkeriya Tirkiyê li ser erdê ne di wê qunaxê de da Rûsiya merc û şertên wê bipejrîne (qebûl bike) bi teybetî piştî daxuyaniyên wezîrê derve yê Rûsyayê ku dibêje dew-leta Tirk a dagîrker bi erkên xwe yê li Asîtanayê pêspartî ranebûye.

Têkçûna peymana Asitanayê

Ji aliyekî din ve parêzer Bilo dibîne ku ev civîna hanê bêhtir di çarçova plankirin û destnîşankirina xalên endezyarî yên girêdayî vekirina riyên navdewletî ji dergeha Bab El-Slam ra bi dergeha Nesîb ya li başûrê Sûryayê re ye, herwiha tê pêşbînîkirin ku eger dagîrkeriya Tirkiyê van xalan pêk neyîne dê Rûsiya bi hêza leşkerî pêk bîne.

Îran li ku ye?

Ji aliyê xwe ve pisporê karûbarên Kurd-Tirkan Xorşîd Dilî ji AFRINPOST re nirxandinên xwe di derbarên heman civînê de parve kirin: “civîna di navbera dewleta Tirk a dagîker û Rûsiyayê de li nêzî bajaroka Ezazê gelek pirsyaran derdixe holê, ji ber ku civîn dûrî rojnamegeriyê û bê ragihandina encaman bi dawî bû, herwisa ne aliyên xwecihî (xwemalî) beşdarê bûn ne jî Îran, ku îran bixwe jî aliyê siyem ê lihevkirinên Asîtanayê ye.

Di berdewamkirina axaftinê de „Xorşîd“ anî ziman, tê pêşbînkirin ku babetên evê civînê di xala yekenmîn de li ser doz û pirsgirêkên ewlehiyê bû, tevî ku çavkaniyên haydar dane xu-yakirin ku babeta civînê vekirina riya navdewleta ya bi Entabê (dîlok) re bû, lê belê logîk û hişmendî evan zanyariyan û civînê gunacaw nabîne, lewra li gorî „Dilî“ hemû amadekirin û kiryarên ku li rex civîn rûdayîne weke rakirina mayînên li herêma cudakar a di navbera YPGê û grûpên îslamîst ên dagîrkeriya Tirkiyê de diyar dike ku çarenûsa Tilrifat û Miniqê xalenavenda ewê civînê bûn.

Ji aliyekî din ve Dilî destnîşan kir ku nebeşdarbûna Îranê di vê civînê de pêşbîniyine wisa dupat dike ger em li bîr bînin ku Îran û Rêjîma Sûriyê berî demekê hêza xwe li derdora
vê herêmê civandibûn, dibe ku ji bo amadebaşiya şerekî li dijî dagîkeriya Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve be.

Herwisa Dilî balkişande ser wê yekê, divê were dîtin ku têktîkên Rûsî-Tirkî li giştiya bakurê Sûriyê bi Îranê re weke ku riyeke cuda bide xuyakirin e, weke nimûne di dema ku Rûsiya bi baldirêjiyekê bi dagîrkeriya Tirkiyê re danûstandinê di babeta cîbicîkirina pêngavên pêwîst, ên ku li Sûçê hatibûn biryardan, dike, tevî ku dewleta Tirk a dagîrker hewla revê ji wan pêngavan dike, lê belê Îranî û Rêjîma Sûriyê riyeke din dikşînin û hewla pêkanîna opêrasiy-oneke leşkerî dikin.

Herwisa di vê tabloyê de û lawazbûnyîna helwêsta dagîrkriya Tirkiyê li Idlibê û têkçûyîna planên wê li Minbic û Rojhilatê Ferêt, dihêle ku Rûsiya hewla lihevxitina belgeyan û ji bona hesabên hundirîn ên Tirkiyê karekî encamdar bike û da ecindatên wê bibandor bimînin, ger pêwîst be dê Rûsiya rê ji opêrasiyoneke sînordar e bi hêsanî veke, herwisa ji bona projeyên xwe yên bi dewleta Tirk a dagîrker re yên firotona çek, gaz û pitrolê û nakokiyên bi U.Sê (Amêrîka) re jî.

Navborî gotina xwe bi AFRINPOSTê re wisa bi dawî kir, ku her xwendineke zemînî-realîstîk (waqiiî) ji civîna Rûs-Tirkan re berê pêşbînkirinan bere bi Tilrifatê ve dide, ku dewleta Tirk a dagîrker di çarçoveya ecindatên xwe yên dagîrkirina bakurê Sûriyê de hewla dagîrkirina ewê bajarokê dike.

Related posts