Dagîkeriya Tirkiyê: Genoside a Fikrî û Daişkirina Efrîniyan dike

Dagîkeriya Tirkiyê: Genoside a Fikrî û Daişkirina Efrîniyan dike

AFRINPOST- Taybet

Nûçegihanê AFRINPOST da xuyakirin ku grûpeke tundrew li navçeya Şêrewa li herêma Efrînê/Rojava ya dagîrkirî li nav nişteciyên li wê navçeyê digerin û rêklama îslama tund a Birayên Mislimanan/Ixwan El-Mislimîn dikin, da hişê şêniyên deverê hişk û tund bikin.

Di vê derbarê de peyamnêrê AFRINPOSTê xuya kir ku duh roja yekşemê grûpeke ji 6 kesan gihîştiye gundê Îska û di mizgefta gund de xwe bi cih kirin, dibêjin ku ew dixwazin ramanên ola îslamî belav bikin û Kurdan bînin ser riya rast!

herwiha nûçegihanê me destnîşan kir ku ew grûpa di mizgefta gund de rûdinin û ji gundiyan xwastine ku divê ew alîkariya darayî (diravan) bo belavkirina ola Îslamî berhev bikin.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê AFRINPOSTê dupat kir ku heman grûpê li gundên ku di bin destladariya milîsên îslamî (Feyleq Elşam/Ixwan El-Mislimîn-Brayên Milslimanan) yên bi ser dagîrkeriya Tirkiyê ve digerin û hewla belavkirina îslama tundrew dikin da ku Efrîniyan paşmayî û di tarîtiyê de bihêlin, herwisa berê niha jî li gundên Şedêrê û Xezîwê (herdu gund jî Kurdên Êzdî û misliman tê de dijîn) rêklama xwe kiribûn.

Bi van kiryaran dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên îslamî yên pêve girêdayî dixwazin bi riya Niştedagîrên ku ji civakine oldarî ye hişk, tund û paşmayî hatine, civaka Efrînî wêran bikin û ramanên tund û hişk tê de serdest bikin, ku civaka Efrînî ji civakên balkêş e, bi hevbexşî, pêkvejiyan, piroîl û bineolî (mezhebî) ya xwe di dirêjiya dîrokê de bi nav û deng û xemlandî ye.

Di heman mijarê de nûçegihanê AFINPOSTê got ku di 19 Sibata borî de, ew grûpa Tundrew ên rîh dirêj û bi kirasên kin li Efrînê li ser riya Racoyê hatibûn dîtin, ku şêniyên nav bajêr bi destê zorê disekinandin û weke xelekan ew dicivandin bo destpêkirina şîret û gotinên oldarî, herwisa ji wan jî dixwastin ku biçin mizgeftan. Ev kiryar tenê Daişî tîne bîra mirov û grûpên wan ên bi navê El-Emir bîlmarûf we El-nehî en El-Mûnker.

Hîn nayê zanîn ku bi rastî dagîrkeriya Tirkiyê encûmenine bi vî navî ragihandine an tenê bi awayekî veşartî û bi navine cuda kar dike, ku berî niha di salên 1936-1940î de dîsa hewla îslamkirineke tund li çiyayê Kurmênc (Efrînê) kiribû bi serkêşiya şêxekî Tirk ê bi navê Xelîl Ibrahîm, lê belê Efrîniyan plana wan şikandin û rê nedanê ku ciwaniya evê civakê têk biçe.

Nûçegihanê me berdewam kir ku ew grûpina dikevin dîkanan û bi tirsandin û geflêxwerinê dihêlin ku xelk guhdarî gotin û şîretên wan ên tund bikin.

Di heyva Çile ya çûyî de AFRINPOSTê ji jêderên xwe yên taybet zanîbû ku oldarine Tirrk li herêma Efrînê digerin û pirtûkên olî bê pere li kesên ku di kolanan re diçin û tên belav dikin.

Related posts