Rêjîma Sûriyê li ser rêbendên xwe yên li nêzî Minbicê Kurdan digire

AFRINPOST- Taybet

Hinek çavkaniyên taybet ji AFRINPOSTê dan zanîn ku hejmareke ji hemwelatiyên Kurd di dema derbasbûna di rêbendên Rêjîma Sûriyê re hatin girtin, bi behaneya ku nasnameyên dagîrkeriya Tirkiyê bi wan re.

Wekî tê zanîn ku berî demekê encûmenên dagîrkeriya Tirkiyê, yên li herêma Efrînê/Rojava piştî dagîrkirinê bi destê îstixbaratê (MIT)ê dagîrkeran hatine avakirin, li ser hemwelatiyên Efrînê çêkirina Nasnameya dagîrkeriya Tirkiyê ferz kirin, ku bê wan nasnameyan Efrînî nikarin li herêmê gavekî bavêjin.

Herwisa heman jêderê diyar kir ku li ba rêbendên Rêjîma Sûrî hemû zanyarî di derbarê nasname û xweyîyê nasnama dagîrkeran de heye, tevî ku nasnameya encûmemên dagîrkeran bi gelekan re nebû, lê belê dîsa jî tûşî girtinê bûn.

Di vê derbarê de hinak çalakvan û herwisa hemwelatî bi xwe jî wisa guman dikin ku renge îstixbarata Rêjîma Sûrî destê xwe di nav milîsên îsamî (Artêşa Azad, Artêşa Tirkiyê, El-Nusra) de dirêj kiriye, yan jî dagîrkeriya Tirkiyê bi xwe hemû zanyariyan derbarê rewş, milîsên îslamî û hemwelatiyên Kurd de radestî Rêjîma Sûrî dike, bi mebesta vegerandina Têkliyan, ya din jî da Kurdan ji herdu aliyan ve bixwin bin gefa girtinê.

Di heman çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê li navçeya Cindirêsê ragihand ku miulîsên îslamî (Heyet Tehrîr El-şam) nasnameyên encûmenên dagîrkeriya Tirkiyê ji aliyê xwe ve nas nakin û nahêle hilgirê wan nasnameyan derbasî parêzgeha Idlibê bib, ku ji demekê de hemû parêzgeha Idlibê ketiyê destê wan.

Herwisa peyamnêrê me da diyarkirin ku hinek Niştedagîran roja duşemê/ 11.03.2019an hewil dabûn biçin parêzgeha Idlibê, lê belê rêbendên Heyet Tehrîr El-şam heman Niştedagîr girtibûn û lêdabûn, ji ber ku Nasnameyên encûmenên dagîrkeriya Tirkiyê bi wan re bûn.

ji aliyekî din ve nûçegihanê me anî ziman ku ji bona derbasbûna herêma Idlibê milîsên îslamî (Heyet Tehrîr El-şam) daxwaz dikin ku xelk nasnameyên wan derxîne herwisa heman grûp dibîne ku herkesek di nav Milîsên îslamî (Polîsên Herêmî) yên dagîrkeriya Tirkiyê de kar dike, dê ji aliyê wan ve were binçavkirin û navên wan jî li ser rêbendên xwe yên li parêzgeha Idlibê belav kirine.

çalakvan jî vê tevgera milîsên îslamî (Heyet Tehrîr El-şam) mat dibînin, ji ber ku heya niha xalên çavdêriya dagîrkeriya Tirkiyê li parêzgeha Idlibê de hene û serokê (Heyet Tehrîr El-şam) berî demekê bi Vîdiyoyekê ragihandibû ku ew amade ne li gel Erdogan kar bikin, da bihev re li dijî Kurdan li Rojhilatê Ferêt şer bikin, bi gotina wî ku dijminê Erdogan û wan tenê Kurd in.

Related posts