Serokê Encûmena dagîkeran alîkariyên cotyaran ji xwe re didize!!

AFRINPOST – Taybet

Jêderên taybet ji AFRINPOST re xuya kirin ku Encûmena dagîrkeran ya herêmî li nvenda herêma Efrînê ya dagîrkirî, bi firotina alîkariyên ku dagîrkeriya Tirkiyê ji cotriyên Efrînê re şandine tê tewanbarkirin.

Heman jêderan xuya kirin, ku serokê encûmena dagîrkeran „Mihemed Seîd Silêman“ bi riya cîgirê xwe „Mihemed Hec Reşît“ beşeke mezin ji alîkariyên çandinê (
Tovên gênim), yên ku divyabû li ser cotyaran bên belavkirin, ji xwe re firotin.

#Girêdayî Mijarê… Piştî wêrankirina Efrînê serkirdeyê encûmena dagîrkeran dibêje dê Efrînê bikine Entab

Herwisa çavkaniyê anî ziman ku li şûna (cihê) ew alîkarî ji aliyê encûmenê ve bê belavkirin, ew bo bazirganekî nas li Efrînê/Rojava yê bi navê „Elderûwzî“ hate firotin.

Ji aliyekî din ve, ji bona wendakirina şopa tûrên fortî, kesên tewanbar tûrên orîjînal bi hineke dî guhertine.

#Têkildarî babetê… Hin zanyarî derbarê encûmenên dagîrkeran û nasnameya nû yê wan de

Jêderan dupat kirin kesê bi navê „Polent“ ku berpirsyarekî tirk e û serperiştiya karûbarên encûmenên dagîrkeran dike, di vî karê diziyê û di karine din en gendeliyê bi encûmenên dagîrkeran re hevpar e.

Related posts