Çete li Efrînê bazirganiya Hişbirê dikin

AFRINPOST- Taybet

Çavkaniyine taybet ji AFRINPOSTê xuya kirin ku milîsên îslamî (Polîsên Leşkerî/lîwa El-Muhtesêm) yên dagîrkeriya Tirkiyê hewla desteserkirina du çeteyên xwe dike ji ber ku herdu çeteyan li ba xwe dokumênt di derbarê gendeliya serçeteyê heman grûpê hilgirtine.

Herwisa heman jêderan zelal kirin ku li taxa Eşrefiya ya bajarê Efrînê/Rojava dest bi hemleya lêgerîn û girtina bi ser malan de kirine, da bikaribin herdu çeteyan bigirin ku dokumênta wan jî gendeliya serçeteyê bi navê „Mihtesêm Ebas“ diyar dike ku navborî bazirganiya Hişbirê (Mûxedîrat/Hîroyînê) dike.

#Têkliyê babetê…Niştedagîr diziyê dikin Efrînî jî piştgîriya hev dikin

Li gorî zaniyariyan ku herdu çeteyên reviyayî vîdiyoyeke tomarkirî bi dest wan de heye, tê de diyar dibe çawa serçete „Mihtesêm Ebas“ komek mewadên Hişbir li ba xwe bi mebesta bazirganîkirinê kom kirine, herwisa bi wa Vîdiyoyê jî gefê li serçeteya milîsên îslamî (Lîwa El-Mihtesêm) dixwin.

Ji aliyekî din ve dezgeheke ragihandinê ya bi ser milîsên îslamî ve aniye ziman ku serçete „Mihtesêm Ebas“ ji xelkê bajaroka Mariiê ye û berî şerê navxweyî ya Sûriyê şivanî dikir, lê belê piştî şer bûye serkirdeya milîsên (Lîwa El-Mihtesêm) û mezrayeke xwe ye Xezalan ava kiriye.

Related posts