AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî (Ceyş El-îslam) ên dagîrkeriya Tirk biryar dan ku cihê xwe di nav milîsên îslamî (Artêşa niştimanî ya sûrî) de biguhêre, ew piştî jinûvebûna nakokiyan ên kevin û bêçare digel rikberê xwe yê îslamî milîsên (Feyleq El-Rehman), ji nav tabûra 3ê derbasî nav Tabora 2ê bûn. Û wan di daxuyaniyeke xwe de ragihandin ku ewê li gor berjewendiya gelemper hêza xwe carek din bi rêkûpêk bikin û belav bikin.
Ji aliyê xwe ve peyamnerê AFRINPOSTê li Efrînê/Rojava teqez kir ku sedemên veşartî yên van guhertinan ew in ku her girûpek dixwaze pirtirîn hejmar ji Niştedagîrên Xoteya Şerqî yên ku li herêma Efrînê hatine bi cih kirin ber xwe bikşînin û tevlî xwe kin.
Di vê çarçovê de nûçegihanê AFRINPOSTê berdewam kir û got: Ku Niştedagîrên Xoteya Şerqî-Şamê milîsên (Feyleq El-Rehman) ji girûpên din çêtir dibînin, sedem jî ew e ku dewleta Tirk a dagîrker baregeha “ Qîbarê” radestî wan kiriye û ji her çekdarekî ji çekdarên vê girûpê re mehane 500 Lêreyên tirkî terxandiye.
Herwisa nûçegihanê me diyar kir: ku Niştedagîrên Xûtaya Şerqî bi şêweyekî lawaz derbasî nav milîsên îslamî (Ceyş El-Îslam) dibin, û hejmarên wan jî li gor ên din hindik in, bi ser de jî li taxa Eşrefiyê û Tirindê li bajarê Efrînê û li bajaroka Reco malên Efrîniyan ji xwe re kirine navend û baregeh, û li cihên din jî li çolê ne, ew cih jî sala par milîsên dagîrkeriya Tirk (Ehrar El-şerqiyê) radestî wan kiribûn.
Weke tê zanîn ku nakokî û gizgiziya di navbera herdu grûpên îslamî (Ceyş El-îslam û Feyleq El-Rehman) de ne nû ne, jixwe hîn di sala 2016an de li heyva Gulanê, şer û pevçûn di navbera herdiwan de ji alîkî, û ji aliyê din ve milîsên îslamî (Feyleq El-Rehman) û digel wê îslamîtên Ceyş El-Festat ya ku ji van grûpan (Tevgera Ehrar El-şam, Lîwa Fecir El-Umme û Cebhet El-nasra/El-qaîde) pêk dihat, li Xûtaya Şerqî/Şamê rû dabûn, ji encama wê şerê tund û xwînî di maweya 17 rojan de bêhtirî 800 çekdar hatin kuştin û bi sedan jî ji hev birîndar kirin û dîl girtin.
Jêderên cuda dibêjin ku egerên wan şer û pevçûnan jî ew bû, ku dewleta Qeterê ji alîkî ve pişt dida milîsên îslamî (Feyleq El-Rehman û Cebhet El-Nesra) û ji alîyê din ve hin aliyên Siûdî pişt didan milîsên (Ceyş El-îslam) piştî rawestandina wê piştevaniyê wan milîsan xwe avêtin hembêza Dewleta Tirk a dagîrker.