AFRINPOST- Taybet
Milîsên îslamî (Ehrar El-Şerqiyê) yên dagîrkerya Tirk roja duşemê hemwelatiyekî Kurd li bajaroka Cindirêsê ya herêma Efrînê/Rojava ravandin û bi awayekî giran lêdan û piştre serbest berdan.
Di vê derbarê de nûçegihanê AFRINPOSTê ji navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên îslamî yên bi navê Ehrar El-Şerqiyê hemwelatiyê Kurd Hisên Evdirehman Ibrahîm li kolana 16ê yê taxa Jorîn revandin û berê wî dane navenda xwe.
Nûçegihanê me dupat kir milîsan bi tometa ku heman hemwelatî diravan ji PYDê werdigire girtine û bi awayekî giran îşkence kirine.
Lê belê peyamnêrê me da xuyakirin ku hemwelatî Hisên diravên (pere) ku merivekî wî ji apê xwe re şandibûn wergirtibû û diçû da diravan bigihîne apê wî li taxa Jorîn, di wê gavê de çeteyên milîsên îslamî (Ehrar El-Şerqiyê) yên bi ser dewleta Tirk a dagîrker ve ew sikinandibûn û pirsyara egere serdana wî bo taxa Jorîn kiribûn, belam dema ku navborî egera hatina xwe diyar kiribû hema yekser dabûn ber kotek û lêdanan û piştre kişandibûn navenda xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şêx Ebdula Mensûr ê ji bajaroka Ristenê ku niha Niştedagîr e li herêma Efrînê di vîdiyoyekê de dibêje ku milîsên îslamî gelê Kurd li Efrînê ji xwe re weke kolan dibîne û heya depoya avê jî ji Kurdan didizin.
Weke diyar e ji roja ku dagîrkeriya Tirk û milîsên wê wê yên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) herêma Efrînê/Rojava dagîrkirine ve heya niha rojane girtin, dizîn, kuştin, revandin û geflêxwerina çekî li Kurdan dikin da Kurd ji herêma Efrînê derkevin û Niştedagîrên Ereb û Tirkman li cihên wan nişte bibin.