Yasaya daristanê serdest e û çete li Efrînê jinan dikin Qurban

AFRINPOST- Taybet

Piştî kêmtirî hefteyekê ji kuştina jina xwe li meydana Azadiyê li navenda bajarê Efrînê ya dagîrkirî, milîsên îslamî (Polîsên leşgerî) yên bi ser dagîrkeriya Tirk ve, kesê bi navê “Ebdilrehman El-hefyan” çekdarê milîsên (Silêman Şah) serbest berdan bêyî ku ti sizayek di dermafê wî de bistînin.

Di vê derbarê de peyamnerê AFRINPOSTê xuya kir ku jina bi navê “Hemîde” ya ku berê jina çete “Ebdirehman El_hefyan” bû, piştî zîndankirina mêrê wê ji aliyê Rêjîma Sûrî ve bi dirêjayîya 4 salan, bi serkirdeyekî milîsên îslamî (Elcebhe Elşamiyê) yê bi nave “Neîm” re zewicî bû.

Weke tê zanîn ku çete „El-Hefyan” berî mehekê serbest ji zîndanên Rêjîmê hatibû berdan û beşdarî grûpa îslamî “El-Siltan Silêman Şah) bibû.

#Di heman mijarê de… Milîsên îslamî (Emşatê) navçeya „Şiyê“ kirine hepisxane û kolegeh

Hêjayî gotinê ye ku çete “Neîm” ji çend rojan ve jiber çavan wenda bibû, lê careke din di roja Sêşemê de di heman dema berdana çeteyê kujer “Ebdirehman El-hefyan” de li navenda xwe ya li taxa Eşrefiyê/Efrînê derket ber çavan. Herwisa tê gumankirin ku herdiwan lihev kiribin û jina ha jî Qurbana wê yekê bû.

Tê zanîn ku çete “El-hfyan” di roja yekê Avdarê de piştî kuştina jina xwe ya bi navê “Hemîde” ji aliyê milîsên îslamî (Polîsên leşgerî) yên dagîrkeriya Tirk ve hatibû girtin.

Di heman mijarê de grûpa îslamî (El-Emşat) bi behaneya kiryarên tekane, ku çeteyên wê pê radibin, hewl dide xwe ji berpirsiyariyan vekêşe, lê belê çalakvan û hemwelatiyên Efrînî jî dupat dikin ku grûpa (El-Emşat) ya bi ser dewleta Tirk a dagîrker ve bi awyekî giştî bipêkirinan dike û herwisa hemû milîsên îslamî yên din jî.

li gorî çalakvanan ew tiştkî durûtiya ku Opozîsiyana Sûrî behaneya kiryarên Tekane çi carî ji Rêjîma Sûrî nedipejirand (qebûl nedikir), lê belê niha jî li herêma Efrînê çeteyên wê yên îslamî heman behaneyan bikar tînin.

Di vê çarçovê de mirov yekcar nikare rewşa jinê ya di dema Rêveberiya Xweser de bede ber rewşa jinê ya îroyîn di serdema dagîrkeriya Tirk û çeteyan de, hêjayî bibîrxistinê ye ku jin di dema Rêveberiya Xweser de di hemû dezgeh û desteyên rêveberiyê de kar dikir, çi dezgehên sivîl çi yên leşkerî herwisa yasaya qedexekirina şobûnê (Zewacê) berî 18 saliyê weke destkeftiyeke binirix dihate naskirin, ku ev yek bi armanca wekhevîkirina jin û mêran di hemû biwarên jiyanê de bibû simbol da bikaribin bi awayekî hevpar birayaran bistînin.

Weke diyar e ku ji roja dagîrkirina herêma Efrînê ve hemû destkeftiyên jinê hatin binpêkirin û yasaya dizî, revandin, kuştin, îşkencekirin, geflêxwerina çekî, Erebkirn û Tirkîkirina herêmê serdest e.

Related posts