AFRINPOST- Taybet
Bobeyek li navenda bajarê Efrînê/Rojava roja duşemê 04.03.2019an teqiya û di encamê de sê kes birîndar bûn herwisa ziyaneke mezin li avahiyên nêzê bûye.
Nûçegihanê AFRINPOSTê da zanîn ku bombeyek di sergoyekê de li kolana Siyasiyê li na-venda bajêr hatibû çandin di kat 9ê êvarê teqiyabû, ku ew bombe di Ebara li raserî (hem-berê) Studiyoya 23ê de teqiya ye û di encamê 3 kes birîndar bûne.
Herwiha nûçegihanê me got ku heman teqînê ziyanên giran gihandine dukanan û camên xaniyan jî bi piranî herftîne.
Hêjayî gotinê ye ku di heman Ebarê de xaleleşkeriya milîsên îslamî (El-Siltan Murad) yên dagîrkeriya Tirk jî heye, ku xaniyekê ji xwe weke binke bikar tînin.
Hêjayî nîşanpêkirinê ye ku istêxbarata (MIT)ê dewleta Tirk a dagîrker bi destê milîsên xwe yên îslamî teqînan dike û piştre dixwe stûyê Kurdan da girtin û revandina Efrîniya ji xwe re rewa bike.