Dagîrkeriya Tirk gundên Birc Qas, Soxanekê û Aqîbê li navçeya Şêrewa topbaran dike

AFRINPOST- Taybet

Çavkaniyên cuda li navçeya Şêrewa ragihandin ku milîsên îslamî (Artêşa Azad, Artêşa Niştimanî, El-Nusra) yên bi ser dagîrkeriya Tirk ve gundên navçeya Şêrewa yên ku nehatine dagîrkirin li başûrê Efrînê dane ber topan herwisa hejmara ewan gundan jî 11 gund in.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku milîsên îslamî gundê Başemrê bi 20 topan roja yekşema borî bombebaran kirin û wisa jî gundên Birc Qasê, Soxanekê û Aqîbê bi 30 topan roja duşemê topbaran kirin, lê belê heya niha hîn zanyariyên di derbarê ziyanan de hê jî negihêştine destê me.

Hêjayî gotinê ye ku dagîrkeriya Tirk û milîsên wê yên îslamî ve her çend rojan carekê gundên herêma Efrînê yên ku niha di bin destê Rêjîma Sûriyê de ne topbaran dike, ew gundên ku rêjîma Sûrî lê dimîne ev in: Gundî Mezin, Kalûtê, Birc Qas, Meyasê, Zaretê, Zerenîta, Soxanekê, Aqîbê, Xirêbkê, Bênê û Başemrê.
Herwiha li ewan gundan bi deh hezaran Efrîniyên Penaber dimînin li ba xizmên xwe yan di xaniyên vala de û bi piranî jî li herêma Şehabayê di kampan de dimînin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku herêma Şehba jî bi xwe ji van bajarokan pêk tê ew jî Til Rifat, Dêr Cemal, Kefir Nasih, Kefir Naya, şêx îsa, Fafîn, Ehres, Til Qirah û 25 gundên din.

Ev bombebarankirina çeteyan û dagîrkeriya Tirk jiyana Bizorjixakdûrxistiyên (Penaber) Efrînê li herêma Şehbayê dixe metirsiyê tevî ku gelek Penaber ji ber nexweşiyên hêsan ji tenebûna dermên jiyana xwe ji dest didin herwisa piraniya wan xaniyên wan deveran bi ser gelek penaberan de ketin û jiyana xwe di encamê ji dest dan.

Ji aliyekî din ve ku gelek jêder piştrast dikin heta niha jî têklî di navbera Rêjîma Sûrî û Rûsiya ji alîkî ve û milîsên îslamî û dagîrkeriya Tirk ji aliyekî din ve hene ku bûye cihê guman û metirsiyê li ser jiyana Efrîniyên penaber.

Related posts